HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk, bi taybetî jî bombebarana herêmên li ser sînor bi giranî dewam dike. Li gor wê:

1. Ji sibeha 6'ê Sibatê heta sibeha 7'ê Sibatê saet 04:00, li navçeya Colemêrg Şemzînanê ji Qereqola Dêrik a artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan êrîş li hemberî herêmên Tepê Sîro û Gostê hatiye kirin. Her wiha Qereqola Gomanê (di nava sînorê herêma Xakurkê de ye) a ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê, di 6'ê Sibatê saet di navbera 21:30 - 00:00 de bi obusan herêm bombebaran kiriye, di heman demê de balafirên keşfê yên bê mirov li Tepê Karker, Tepê Gostê û Tepê Sîro keşif kirine.

2. Di 7'ê Sibatê saet di navbera 15:00 - 18:00 de, li navçeya Colemêrg Şemzînên ji Girê Mamreş û Qereqola Giranê yên di bin kontrola artêşa TC de ne, qadên Şehîd Ronahî, Mêrgê, û Tepê Xwudê bi obus, hawan û tankan hatine bombekirin. Her wiha di 7'ê Sibatê saet di navbera 17:30 - 18:00 de, Qereqola Giranê bênavber bi tankan qada Şehîd Ronahî bombe kiriye.

3. Di 7'ê Sibatê saet di navbera 14:00 - 17:30 de, Qereqola Bilican a artêşa TC a dagirker ku dinava sînorê xeta sînor a herêma Zapê de cih digire, derdora xwe bi obus û tankan bombebaran kiriye. Heman rojê saet di navbera 23:00 - 00:00 de, balafirên keşfê yên bê mirov keşif kirine.

4. Di 7'ê Sibatê saet di navbera 12:00 - 13:00 de ji Girê Meymûn ê di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, li hemberî qadên Şehîd Kendal û Şehîd Rênas, bi topan êrîş hatiye kirin. Wekî din di 7'ê Sibatê saet di navbera 09:00 - 12:00 û di 8'ê Sibatê saet di navbera 01:00 - 05:00 de, li ser xeta sînor û qadên Vektorya, balafirên keşfê yên bê mirov tev geriyan.

5. Di 7'ê Sibatê saet di navbera 16:00 - 18:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagiker, li ser herêma Metîna, saet di navbera 20:00 - 20:30 de jî balafirên şer li heman herêmê geriyan.

6. Qereqola Tepê Sor a li ser sînorê di navbera Herêmên Parastiyê yên Medyayê û Qilabanê de cih digire û di bin kontrola artêşa TC a dagiker de ye, gule li derdorê reşandiye.

8 Sibat 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG