HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Rojda 10 Adar'ê di navbera demjimêrên 06:00 - 09:00 an de ji Herêmên Parastinê Yên Medya li ser herêma Avaşîn balefirên keşfê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê encam dayîne. Evan tevgerên hewayî yên li Hermên Parastinê Medya herkû diçin zêde dibin. Li gorî vê;

- Rojên 9 û 10 Adarê di navbera demjimêrên 04:00 - 10:00 an de li ser herêma Zap'ê, roja 9 Adar'ê di navbera demjimêrên 06:00 -21:00 an de li ser hêma Heftenîn û sînorê wê, heman rojê di navbera demjimêrên 10:00 - 15:30 an û demjimêr 18:00 an ji 10'ê Adarê (îro) di demjimêrên 06:00 an de li ser herêma Metîna û xeta sînor balefirên keşfê yên bê mirov tevgerên keşfê pêkanîne. Herwiha roja 9 Adar'ê ji di navbera demjimêrên 12:00 - 12:30 li ser herêma Heftenîn û demjimêr 15:00 - 15:30 an de li ser Herêma Metîna ku tevgera balefirên şer hatî çavdêr kirin; di navbera demjimêrên 21:00 -23:00 an de herêmên Kêlik û Şehîd Kendal a li ser xeta sînorê herêma Heftenîn bi Helîkopterên şeklê Kobra firiyane.

 2. Roja 9 Adarê di navbera demjimêrên 12:00 - 15:30 an de ji Qereqola Bilîcan ya liser xeta sînor ya li herêma Zapê cihdigre lê belê dibin çavdêriya artêşa dagirker a Tirk deye li hember herêmên Girê Parastin, Girê Hakan, Gundê Hilalê û Kanî Cinetê  bi Tang û Hewanan topbaranek pêkanîne.

10 Adar 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG