Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 5 Mijdar di navbera demjimêrên 09:00 û 15:00 an de ji girê Mamreş yê girêdayî navçeya Colemêrg Şemzînan ku dibin ewlehîya artêşa dagirker a Tirk deye li hember girê Mêrgê yê dibin rêveberiya hêzên gêrillayên mede ye topbarana bi Obus û Hewanan pêkanîne. Heman rojê di navbera demjimêrên 14:30 û 16:00 an de ji qerqola Oremar ya xeta ser sînorê navçeya Colemêrg Geverê dibin rêveberîya artêşa dagirker a Tirk deye li hember girên Şehîd Rehîme û Şehît Gafur bi Obûs û Hewanan topbaran pêkanîne. Heman demjimêrêde li ser herdû giran balefirên şer yên artêşa Tirk firiyane. Li ser heman herêmê di roja 5 Mijdarê demjimêr 07:00an heya niha balefirên keşfê yên artêşa Tirk tevgerên berfireh yên keşfê berdewam dikin.
2. Di roja 5 Mijdarê demjimêrên şevê, roja 6 Mijdarê (îro) heya demjimêrên beyanî balefiren Keşfê yên artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastinê Yên Medya Herêma Çarçela tevgerên berfireh yên keşfê pêkaniye.
3. roja 5 Mijdar di navbera demjimêrên 13:00 û 14:00 an de li ser xeta sînor ya Heftenîn bi temamî liv û tevgera balefirên şer yên artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin. Heman rojê di navbera demjimêrên 14:30 û 16:00 an de ji girê Meymûna yê li ser sînorê Qilabana Şirnexê li hember herêmên Şehîd Kendal, Kêlika Sînor û Deriyê Dawetiyê topbarana Obus û Hewanan encam dayîne. Hêzên me yên Gêrîlla ji li hember van êrîşan bi çekên giran di heman demê de bersiv dane. Cardin heman rojê di navbera demjimêrên 16:30 û 17:00 an de ji girê Sînek yê dibin venêrana artêşa dagirker a Tirk de li hember herêmên Dola Sûlê, Sirtê Şehîd Deniz û girê Hestiya bi Obûs û Hewanan Topbaran kirine.
6 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG