HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 27 cotmehê de li Gundê Barê yê girêdayî Şengalê ji aliyê gêrîllayên me ve çalaki li ser tepeyê ku çeteyên Daiş lêbun hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 3 çeteyên Daiş hatine kuştin. Herwiha ji aliyê gêrîllayên meve ji hember wesayîta doçka ji çalakiyek ya sabotajê hatiye pêkanîn. Paşmaya wê xerabeyê ji 2 rojin li cihê buyerê ye. Di vê çalakiyê de di derbarê kuştî û birindarên çeteyan da agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

2. Di roja 25 cotmehê de herêmên tepê Mûşanê, gûndê Yekmalê, û Memkova ji aliyê helîkopterên şêwazê Kobra ve hatiye bombebaran kirin. Piştî bombebaranê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên şêwazê skorsky ji bo herêmê leşker danîne. Operasyon herçendî beşekî ji vegeriyabe ji lê belê li derdora navçeya Geverê berdewam dike.

3. Di roja 27 cotmeh di navbera demjimêr 08:30 an de 2 wesayîtên taybet sivîl ji qereqola Bîlîcan y li ser sînorê herêma Zapê ji bo armaca keşifkirinê heya herêma Girê Ewlekarî yê dibin rêveberiya gêrîllayên mede hatine. Ev wesayîtên ki di şêwazê Operasyonî de bun ji aliyê gêrîllayên meve bi çekên giran bersiv dayîne. Li vir yek leşker birîndar buye û wesayît ji derbe xwarîye. Ev wesayîta derbe xwarî heya demjimêr 20:00 an ji li herêma maye. Piştre bi hatina balfirên bê mirov yên keşfê re artêşa dagirker a Tirk wesayît derbe xwarî kêşane qereqolê. Tevgera leşkerî ya li qereqola Bîlîcanê ji bi berfireh berdewam dikin.

4. Di roja 27 cotmeh di navbera demjimêrên 19:00 û 20:00 an de balfirên şer yên artêşa dagirker a Tirk li ser hêrêm çiyayê Gabar ya girêdayî Şirnex firiyaye. Cardin ji şeva 27 cotmehê ve îro heya demjimêrên beyanî balefirên keşfe yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêmê tevgerên keşfê yên berfireh kirine.

5. Di rojên dawî de artêşa dagirker a Tirk li herêmên Cibilya, Herbol, Bilika ya girêdayî navçeya Şirnex Silpî operasyonên berfireh pektîne.

6. Di roja 27 cotmeh di navbera demjimêrên 08: û 15:00 an de artêşa dagirker a Tirk li gundê Kanîkorkê ya girêdayî navçeya Agirî Bazîdê bi wesayîtên leşkerî qontrolên ser rê yên pir zêde kiriye.

28 Cotmeh 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG