Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;
– Dagirkerên artêşa dewleta Tirk li herêma Kato Jîrka ya Botanê li qadên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê kemîn danî bûn. Hêzên demeke dirêj ev dagirker xistin bin kontrola xwe û 3'ê Tîrmehê saet di 20:20'î de li qada Meydan Casûsan ji du baskan ve bi koordîneyî lê dan. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.
– 4'ê Tîrmehê saet di 22:00 de li qada Garisa ya navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî a artêşa Tirk a dagirker ku ber bi Qereqola Tiryanê ve diçû, bi, rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayita Kîrpî bi temamî hate îmhakirin û 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
– 7'ê Tîrmehê saet di 07:00 de li çiyayê Zendûrayê li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de kozikek û 2 sîstemên kamera ya mobesse yên li ser gir hatin îmhakirin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
– 6'ê Tîrmehê saet di 23:10'an helîkoptera êrişê ya li herêma Girê Silêman ku dixwest bombardûmanê bike, bû hedefa hêzên me. Derb li helîkopterê hate xistin û di encamê de helîkopter neçar ma ku ji herêmê biçe.
– 7'ê Tîrmehê saet di 05:00 de li dijî dagirkerên ku ji Girê Şehîd Întîkam ber bi Girê Şehîd Dijwar ve diçûn, bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
4. Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand. Bi gazên bi jehr êrişê dibe ser tunelên şer ên li qadên Girê Sor û Werxelê ya Avaşînê.
Agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin û bombardûmanê wiha ne:
– 6'ê Tîrmehê saet di navbera 17:00-01:00 de li qada Derarê ya herêma Metînayê helîkopter geriyan, gundê Hirorê, Kela Qumriyê, Gundê Dêşîşê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
– 6'ê Tîrmehê saet di navbera 00:00-00:30'î de li herêma Avaşînê qada Stunê û saet di 22:00 de jî li qada Werxelê bi balafirên şer bombardûman li tunelên şer hate kirin.
– 7'ê Tîrmehê saet di 05:00 de gundê Maya yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.
Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
7’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê