Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wekî parazvanê gelê Kurd û erdnîgariya Kurdîstan bî ruhê fedaî yê Apoyî dî bîn her mercê de berxwedana ku serkeftine dike armanc berdewam dike.
Çalakiyên bibandor yên hêzên me ku ji Başûr heta Bakur hatin kirin de careke din hesabê dagirkeran vala derxistin. Hêzên me ku li Herêmên Parastina Medya berxwedaneke dîrokî dikin, tevî vala derxistina operasyonên dewleta Tirk a dagirker ku bi hezaran leşker û teknîkeke zêde pêk tîne, bi çalakiyên xwe ve jî derbên giran li dagirkeran dixin. Di encama çalakiyên ku hêzên me pêk anîn de; 14 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn û 1 helîkoptera êrîşê hate derbkirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Li Herêma Amedê;
– Di 3 ê Pûşperê de dagirkerên ku li qereqola Taver ya girêdayî Licê ji aliye hêzên me ve bi taktîka sekvaniyê hate hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Di 23 ê Gulanê dagirkerên ku li qereqola Bilbilîk ya girêdayî Licê ji aliye hêzên me ve bi taktîka sekvaniyê hate hedefgiritin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Artêşa dagirker ya Tirk di 1 ê Pûşperê de li heêma Şehîd Serhed ya girêdayî Lice ya Amedê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Ev operasyona ku ji aliyê hêzên me ve vala hate derxistin di 3 ê Pûşperê de bê encam paş de kişiya.
2. Li Herêma Avaşîn;
– Di 7’ê Pûşperê de saet di 12.30’an de artêşa Tirk a dagirker tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bomberdûman kiriye. Dagirkeran hewl dane saet di 12.40’an de ber bi tunelên şer ve biçin lê hêzên me bi bombeyên destan, çekên şexsî û bi çekên giran li dagirkeran dan. Di heman rojê de saet di 13.20’an de dagirkeran hewl dan dîsa bi teqemeniyan êrîş bikin lê hêzên me li wan dan. Piştî lêdanên xurt teqemeniya dagirkeran teqiqaye. Di teqînê de 2 dagirker hatine cezakirin. Saet di 14.15’an de jî bi çekên giran li dagirkerên li dora tunelên şer hatine xistin.
Di van çalakiyên hêzên me de, 4 dagirker hatine cezakirin.
3. Li Herêma Metîna;
– Di 7’ê Pûşperê de saet di 17.30’an de tîmên me yên nîvtevger ji sê milan ve li dagirkerên li dora tunelên şer ên Şehîd Savûşka ya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane. Milên yekemîn û duyemîn ên êrişê ji nêz ve li dagirkeran dane û 5 dagirker ceza kirin. Dema ku komek dagirkeran xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî milê sêyemîn ê çalakiyê li dagirkeran dane.
Di encama vê çalakiya êrîşê ya bi koordîne ya ku tîmên me yên gerîlayên nîvgerok pêk anîne, herî kêm 7 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûne.
– Di 7’ê Pûşperê de saet di 22.30’an de hêzên me li helîkopterên li ser Qada Berxwedanê Girê Cûdî digerin, dan. Di encama lêdana xurt de derbeke giran li helîkoptereke êrîşê hate xistin û helîkopter neçar ma ji qadê biçe.
4. Li Herêma Zapê;
– Di 7’ê Pûşperê saet 12:20 û 15:00’an de dagirkerên ku hewl didan xwe nêzî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, bi çekên giran derb li wan hatiye xistin.
– Di 7’ê Pûşperê de saet di navbera 12:30 û 15:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku tûnelên şer ên Şehîd Hewrê ya li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi dijwarî bomberdûman kir, saet di 15:10’an de xwest pêşde biçe. Ev dagirker bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin hedefgirtin û dagirkerek birîndar bû. Piştî destwerdanê, dagirker gavekê paşde vekişiyan.
– Di 7’ê Pûşperê de dagirkerên ku dixwestin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
– Di 7’ê Pûşperê de saet di navbera 02.50-04.30’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Karker ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve 3 caran bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 01.30’an de sensoreke leşkerî ya ku dagirkeran li derdora tunelên şer danîbûn, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– Di 7’ê Pûşperê de tunelên şer ên Şikefta Birîndara û Şehîd Hewre yên herêma Zapê 19 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
– Di 7’ê Pûşperê de jî Qada Berxwedanê ya Werxelê 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bombekirin.
6. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:
– Di 7’ê Pûşperê de herêmên Çemço, Kurojahro, Çiyareş, Karker, Şîkefta Birîndara, Şehîd Şahîn, Şehîd Harûn, Şehîd Tolhildan, Girê Rûbar, Karker, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Ortê yên herêma Zapê, bi helîkopterên êrîşê, bi obusên ji qereqolên ser xeta sînor hatin avêtin û 38 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.
– Di 7’ê Pûşperê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û 7 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– Di 7’ê Pûşperê de herêma gundê Qesrokê û herêma Serê Metîna bi obusan ji qereqolên li Kanî Masî û Bamernê yên di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de hatin bombekirin. Heman rojê derdora gundê Bazê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
8 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê