HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

— 5'ê Çileyê saet di 14:14'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê ya li herêma Metînayê li konekî li pîsta helîkopterê ya dagirkeran xist. Di encamê de kon îmha bû.

— 7'ê Çileyê saet di 15:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê konteynirekî dagirkeran bi amûrên hewayî hate îmhakirin.

2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 8'ê Çileyê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

— 9'ê Çileyê saet di 12:09'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek birîndar bû, derb li çekeke doçka hate xistin.

— 9'ê Çileyê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

3. Li Herêma Xakurkê;

— 7'ê Çileyê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û dagirkerên li qadê piştî destwerdana hêzên me neçar man bi astekê xwe vekişînin.

— 9'ê Çileyê saet di 12:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 6, 7 û 9'ê Çileyê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 13 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 3 caran jî bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

— 6 û 7'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 8'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— Di navbera 5-9'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Zinar, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Girê, Dêreşê, Zêvkê, Heftebaxê, Mijê 16 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê, Girê Baharê 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10’ê Çileya 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê