Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Tîrmehê de li Çewlikê li dijî maşîneke di navbera Qereqola Sûveren û Girê Şehîd Heqî ku bi ser navçeya Dara Hêne ye ji aliyê gerîla yê me ji bo bîranîna Hatice Îdîn ya di encama êrîşên hêzên ewlehi ya TC’ê de hatiye qetilkirin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 1 yuzbaşî yek jê onbaşî bi giştî 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 2 çekên melez yek jî dûrbîn a lazerê hatiye desteserkirin.
Piştî çalakiyê bi helîkopterên kobrayê li dijî herêma çalakiyê hatiye bomberankirin. Pîştî êrîşê li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon ali herêmê bêencam paş de zîviriye.
2. Artêşa TC’ê ya li Dersim li dijî Elîbogazi hatibû lidarxistin, li gor ahagiyên gihîştiye destê me bi pêşengtiya kontrayan berdewam dike. Bi piştgiriya helîkopterên kobra herêm hatiye bombebarankirin. Operasyon a li dijî Malaxwedê, Zengirek, Taşgirek û mintikaya Gesêyan bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike û ber bi herêmên Bozanlar û Pilavkurlu berfireh dibe û berdewam dike.
4 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê