Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;
– Di 27 ê Adarê saet 17:00'an de hêzên me bi çekên giran dagirkerên ku li Girê Kevortê de bicîhbûne hedef girtin. Di vê çalakiyê de çeperek dijmin hatiye hedefgirtin û di encam de 2 dagirker hatine cezakirin, çeperek jî hate ruxandin.
– Di 29 ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Lêlikan û Girê Şehîd Şervan operasyonek dan destpêkirin. Di vê operasyonê de maşîneyek ku têde dagirker hebûn ket bin venêrîna hêzên me û piştre bi taktîka sabotajê hate lêdan. Di encama vê çalakiyê de maşîneya ku hatibû hedefgirtin bi giştî hate ruxandin û 4 dagirkerên têde jî hatin cezakirin.
– Di 30 î Adarê saet 17.00 an de hêzên me bi çekên giran dagirkerên ku li Girê Lêlikanê bicîhbûne hedefgirtin. Di encama vê çalakiya bibandor de çeperek dagirkeran hate ruxandin û 3 dagirker hatin cezakirin.
Ev çalakiyên bibandor ku ji aliye hêzên me yên li Xakurkê ve hatiye lidarxistin, di kesayeta şehîdên Heftaya Lehengtiyê de ji bo bîranîna tevahî lehengên nemir ên Kurdistanê hatine lidarxistin.
2. 28 ê Adarê saet 07:00 an de herêma Kurojahro ya girêdayî Zapê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 29 ê Adarê di navbera saetên 21:30 – 23:30 an de li herêmên Mervanos û Şehîd Dilgêş ên girêdayî Avaşînê de tevgera helikopteran hebû.
– 29 ê Adarê di navbera saetên 09:00 – 23:00 an de li herêma Kela Bêdewê ya girêdayî Zapê tevgera helikopteran çêbûye û qad bi van helîkopteran hate bombebarandin. Di heman rojê saet 15:00 an de jî herêma Kurojahro bi balafirên şer 2 caran hate bombebarandin.
– 29 ê Adarê di navbera saetên 15:20 – 15:30 an de li herêmên Kunîşka û Sîda yên girêdayî Zapê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– Di rojên 27, 28 û 29 ê Adarê de derdora Gundê Bazê û Girê Hekarî yên girêdayî Metîna 2 caran bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 29 ê Adarê di navbera saetên 15:40 – 22:00 an de li xeta Qaşûra ya girêdayî Metîna tevgera helîkopteran çêbû. Di heman saetan de Kela Qumriyê û derdora Gundê Hİrorê bi helîkopterên êrîşê, Girê Ortê jî 2 caran bi balafirên şer hatin bombebarandin. Dîsa artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran hêzên xwe yên li Girê Azad û derdora wê, Girê Şehîd Çiya û Girê Militan zêde kir.
– Di 31ê Adarê saet 11.20 an de herêmên derdora Berbizina û Girê Şehîd Hêmîn ên girêdayî Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 31 ê Adarê di navbera saetên 21:40 – 23:00 an de li herêmên Mervanos û Şehîd Dilgêş ên girêdayî Avaşînê de tevgera helikopteran hebû û ev herêm bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarandin.
– 1 ê Avrêlê di navbera saetên 16:00 – 17:00 an de Girê FM ê girêdayî Zapê ji aliye qereqolên ser sînor ve bi obusan hate bombebarandin. Heman rojê di navbera saetên 15:00 – 20:45 an de Gire Hekarî yê girêdayî Metîna û herêma Kurojahro ya girêdayî Zapê bi balafirên şer 3 caran hatin bombebarandin.
2 ê Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê