Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– Di 26 ê Adarê saet 13:00'an de hêzên me bi çekên giran dagirkerên ku li Kela Bêdewê de bicîhbûne hedef girtin. Di vê çalakiyê de çeperên dijmin bi awayekî serkeftî hate lêdan.
– Di 27 ê Adarê saet 17.30 an de dagirkerên ku li Kela Bêdewê bicîhbûne ji aliye hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeperek dijmin hate ruxandin.
Ev her du çalakî di şexsê şehîdên nemir ên Hefteya Lehengiyê yên 21-28'ê Adarê Agît (Mahsûm Korkmaz) û Mazlûm Dogan de ji bo bîranîna tevahî lehengên nemir ên Kurdistanê hatine lidarxistin.
2. 26 ê Adarê di navbera saetên 07:45 – 10:10 an de herêma Girê Hekari ya girêdayî Metîna bi balafirên şer 2 caran hate bombebarandin.
– Di 26 ê Adarê saet 10:00 an de herêma Şkefta Birîndaran a girêdayî Zapê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– Di 26 ê Adarê saet 10:00 an de herêma Şkefta Birîndaran a girêdayî Zapê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– Di 26 ê Adarê saet 10:20 an de herêma Ava Lolan û derdora wê ya girêdayî Xakurkê bi balafirên şer 2 caran hate bombebarandin.
– Di 27 ê Adarê saet 19:40 an de herêma Kûnîşka ya girêdayî Zapê û saet 21:05 an de jî herêma Girê Ortê ya girêdayî Metîna bi balafirên şer hatin bombebarandin.
28’ê Adar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê