Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Çileyê li dijî polîsên li derdora nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê dewriyeyê digeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, di vê çalakiyê de polîsek yê dijmin hatiye kuştin.
2. Di 17’ê Çileyê di demjimêr 20.00’an de li dijî Qereqola Botaş (Gundê Yemîşlî) ya girêdayî navçeya Mîdyat ya Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Gêrîlayên me ji du baskan ve êrîşî 2 çeper û qereqolê kirine. Di êrîşê de çeperek hate îmha kirin û 2 leşker di çeperê de hatin kuştin. Çeper û avahiyên qereqolê bi awayek bandor hatine gule baran kirin. Di encama gulebarana bibandor de hêjmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin.
3. Di 18’ê Çileyê di demjimêr 21.45’an de girêdayî navçeya Mîdyata Mêrdînê nêzî gundê Kartmînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek li dijî lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalik ya Botaşê hatiye lidarxistin, Di encama vê çalakiyê de şewat di lûleyên petrolê de destpêkiriye û zirareke maddî çêbûye.
19 Çile 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê