HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Ji pêşengên Berxwedana 14'ê Tîrmehê, sembola sekna mînak a dilsoziya bi doza azadiyê ya gelê me û partiya me PKK'ê, ewladê leheng ê xelkê me yê Serhedê û şoreşgerê mezin hevrêyê xwe Akîf Yilmaz

di salvegera 40'î ya şehadeta wî de bi rêz û mînet bi bîr tînin. Sekna lehengî ya hevrê Akîf a li dijî dijmin, dilsoziya wî ya bi doza azadiyê, sekna wî ya li dijî zext, êşkence û zilmê wê ji bo me timî bibe mînak û em soz didin ku armancên wî bi ser bixînin.

Di encama çalakiyên tolhildanê yên hêzên me de ku ji bo bîranîna hevrêyên me Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak hatin lidarxistin, 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê amade kiribûn jî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombe û çekên kîmyewî, 18 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan carî jî bi obus, hawan û çekên giran bombebaran kir.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

14'ê Îlonê saet di 13:50'î de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li qada Şehîd Bahoz, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin û herî kêm 1 dagirker hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

14'ê Îlonê saet di 16:40'î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya li Çemço xistin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

14'ê Îlonê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

14'ê Îlonê saet di 22:50'î de li Qada Berxwedanê ya Saca, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

14'ê Îlonê saet di 12:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê li dagirkeran xistin ên berê xwe dabûn çeperên şer. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên me yên şer amade kiribûn, hatin îmhakirin.

15'ê Îlonê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre bi çekên giran lê dan.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombe û çekên kîmeywî;

14'ê Îlonê çeperên şer ên li Qada Berxwedanêya Şikefta Birîndara û çeperên şer ên li qada Şehîd Bahoz 6 caran bi çekên kîmyewî û bombeyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Sîda û Saca 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

14 û 15'ê Îlonê, Qadên Berxwedanê yên Sîda, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê FM bi obus, hawan û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

14'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

14'ê Îlonê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM geriya.

15 ê Îlon a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê