HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hêzên me li ser esasê perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareteke bilind li gelek herêman li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor li dar xistin.

Tîmên gerîla yên nîv bi tevger û hêzên me yên li çeperên şer di roja 40’emîn a berxwedana dîrokî de bi performansek bilind derb li dagirkeran xistin. Artêşa Tirk a ku nekarî ti encamê bi dest bixe, dîsa ji bêçaretiya xwe 23 caran bi çekên kîmyewî, 31 caran bi balafirên şer û bi sedan caran bi obusan qadên berxwedanê bombebaran kir, lê ti encamek bi dest nexist. Di encama çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin de 19 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn,  çeperek, 2 pergalên kamerayên mobesse û 1 teleskopa leşkerî hatin rûxandin, çeperek û garajek jî hate derbkirin.

Hurgiliyên çalakiyên ku hatin kirin wiha nin:

1. Li Herêma Avaşînê;

– 23’ê Gulanê di saet 13:00’an de dagirkerên li derdora Girê Werxelê ya li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê hatiye hedefgirtin û li wan hatiye xistin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Dagirkerên ku heman rojê danê nîvro fealiyetên çavdêriyê dikirin û xwestin li herêmê pergala kamera mobesse saz bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker pergala kameraya mobesse ya ku bi xwe re anîbûn hiştin û reviyan.

2. Li Herêma Zapê;

– Di 22’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kirin, xwest bi pêş ve biçe. Di encama mudaxeleya hêzên me de di navbera dagirkeran û hêzên me de şerên dijwar qewimîn. Dagirkerên ku li wan hat xistin neçar man, vekişin.

– Di 22 û 23’ê Gulanê danê nîvro de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Hewrê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî û giran hedef hatin girtin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

– Di 23’ê Gulanê de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên li herêma Cîloya Biçûk xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

– 23’ê Gulanê di saet 11:40’an de hêzên me  dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn hedef girtin û li wan xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin,  çeperek, teleskopeke leşkerî û 2 pergalên kamerayên mobesse hatin rûxandin. Piştî çalakiyê, dagirkerên ku xwestin çeperên şer bi teqemeniyan bombebaran bikin bûn armanca lêdana hêzên me. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Dagirkerên ku di saet 17:50’an de careke din xwestin bi pêş ve biçin, vê carê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û li wan hat xistin.

Di encama van çalakiyên bi bandor ên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek bi giranî birîndar bû, çeperek, 2 pergalên kamerayên mobesse û teleskopeke leşkerî hatin rûxandin. Êvara heman rojê artêşa Tirk a dagirker 12 caran çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kir.

– 23’ê Gulanê saet 09:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara xwest bikeve nava liv û tevgerê, ji aliyê hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve hatin gulebarankirin. Heman rojê saet 19.00’an hêzên me careke din bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, xistin. Di encama van çalakiyên hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

– Di 23’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Girê Cehenem û Şehîd Berxwedan bombebaran kir.

3. Li Herêmên Metîna û Heftanîn;

– Roja 23’ê Gulanê saet 16.30’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Kanî Masî ya girêdayî Duhokê bû hedefa hêzên me. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de li xeraj û çepereke li qereqolê hate xistin.

– Di 23’ê Gulanê saet 05:00’an de yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Agir a Girê Ortê ya herêma Metîna, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bandor li wan hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

– Di 19’ê Gulanê saet 11.40’an de dagirkerên li derdora Girê Xaç a girêdayî Xantûr ya herêma Heftanînê ku di tevgerê de bûn, bûn hedefa hêzên me. Di encama vê çalakiya bi bandor a hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Çalakiyên li Metîna û Heftanînê ji bo hilanîna tola fermandarên me yên nemir rêhevalên me Mîrza û Andok hatin lidarxistin.

4. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

– Di 23’ê Gulanê de Girê Amediyê, Girê Bihar, Girê FM, Saca, Çemço, Rênçbir Axa, Şikefta Birîndara, Kurojahro û Sîda yên girêdayî herêma Zapê li ser xeta sînor bi obusan, helîkopterên êrîşê û 17 caran balafirên şer hatiye bombebarankirin.

– Di 23’ê Gulanê de qadên Girê Hakkarî, Geliyê Beşîle û Golka yên herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 10 caran jî bi balafirên şer bombe kirin.

– Di 23’ê Gulanê de herêma Berxwedana Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

– Di 23’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor quntarên Girê Şekîf û qadên Geliyê Lolan ên herêma Xakurkê bi obus û hawanan hatin bombekirin.

 

24 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê