HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li herêma Metînayê;

3'ê Sibatê saet di 10:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê, dema ku dagirker li hev civiyan, bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker tenê mirina çawişê pispor ê bi navê Kadîr Dîngîl eşkere kir, windahiyên xwe yên din eşkere nekir. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me hate lidarxistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî şehîd bûn.

2. Li herêma Xakurkê;

4'ê Sibatê saet di 14:20'î de li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

2, 3 û 4'ê Sibatê li herêma garê Girê Zengilê û qada Sêdarê 2 caran, li herêma Heftanînê qada Perexê 2 caran, li hreêma Xakurkê qada Ava Lolanê carekê, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Metînayê qada Dergelê 2 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê Sibata 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê