Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
– 6'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li qada Kela Mamreşo ya Avaşînê, li dijî dagirkeran çalakiyeke ya ji du baskan ve ji aliyê tîmên gerîla yên bi tevger ve hate kirin.
Baskê destpêkê ji cihekî nêz ve li 2 çeperan xist. Di vê çalakiyê de herdu çeper hatin îmhakirin û herî kêm 4 dagirkerên di çeperan de hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî ji nêz ve li çeperekê û dagirkerên li dora çeperê xist. Di vê çalakiyê de çeper û kamera mobesse ya di çeperê de hatin îmhakirin. Hejmara dagirkerên li vê çeperê hatin cezakirin nehate zelalkirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.
Ev çalakiya berfireh ku di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin, ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên li Girê Sor û Mamreşo hate lidarxistin ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên qedexkirî ve şehîd bûn.
– 6'ê Cotmehê saet di 08:30'î de hêzên me li dijî qereqola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin.
2. 6'ê Cotmehê saet di navbera 23:50-00:20'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mamreşo geriyan.
– 6'ê Cotmehê saet di navbera 08:30-09:30'î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên giran hate bombekirin.
– 6'ê Cotmehê saet di 13:50'î de li herêma Avaşînê qada Mamreşo ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi obus û çekên giran ve hate bombekirin.
– 7'ê Cotmehê saet di navbera 09:00-09:20'î de li herêma Zapê, qadên Kunîşka û Sîdayê bi balafirên şer hatin bombekirin.
7’ê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê