HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Tîmên me yên gerîlayên tevgerî li dijî dagirkeran çalakiyên bibandor lidarxistin. Ev çalakiyên serkeftî ku taktîkên gerîla yên dewlemend bi awayekî şareza xistina meriyetê pêk hat ji bo biranîna Şehîdên Meha Gulanê

yên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê hatin lidarxistin. Di encama çalakiyên bibandor yên hêzên me de 24 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker hatin birîndarikirin, 3 çeper, 1 çeka A4, 1 BKC, 2 konên leşkeri, 1 Dron, 1 Kameraya mobesse hatin tunekirin; 2 çeper û 2 kamerayên mobesse hatin derbkirin; 13 metre Kortex û 10 kg TNT hatin desteserkirin.

Agahiyên berfireh yên çalakiyan wiha nin;

1. Li Herêma Avaşîn;

– 16 ê Gulanê di saet 18:00 an de dema dagirkeran xwestin bi çekên giran êrîşî Qadên Berxwedanê yên Werxelê bikin ji aliyê hêzên me ve hatin lêdan. Heman rojê di saetên êvarê de dema dagirkeran xwestin pêş de biçin careke din ji aliye hêzên me ve hatin lêdan. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man ku xwe qedemeyekê paş de bikişînin.

– 16 ê Gulanê dagirkerên li derdora çeperên şer yên Girê Werxelê ya girêdayî Qadên Berxwedanê yên Werxelê ne piştî ku ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin di saet 11:45 an de bi çalakiyeke ketina nav ya tîmên gerîlayên bi tevger ve hatin lêdan. Bi derba yekemin ya hêzên me ve agirkeran çeperên xwe berdan û reviyan. Li vir 1 kameraya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin tunekirin.

– Di 16’ê Gulanê de saet di 13.45’an de komeke dagirkeran dema ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li Qada Berxwedanê ya Werxelê didan, hêzên me bi çalakiyên gerîla yên koordîne ji du milan ve li dagirkeran dan. Milê yekemîn ji nêz ve li çeka A4 û çepera wê dan. Milê duyemîn jî ji nêz ve li sê çeperan û pergaleke kamerayê ya mobeseyê dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin, çekeke BKC û çeperek hate îmhakirin, derb li du 2 çeper û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate xistin.

– Di 16’ê Gulanê de hêzên me cara duyemîn bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Di encama vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehatiye tespîtkirin.

2. Li Herêma Zapê;

– Di 15’ê Gulanê saet 12:00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Cûdî ya li herêma Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me ve hatiye gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

– Di 15’ê Gulanê saet 10.20 û 11.30’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Kelê yên Herêma Berxwedana Kurojehro pêş ve herin, xistin. Hejmara dagirkerên di encama van çalakiyan de hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin.

– Di 16’ê Gulanê saet 10:30’an de, dagirkerên ku di navbera girên Şehîd Harûn û Şehîd Tolhildan ên Herêma Berxwedanê ya Kurojahro de bi cih bûne, ji aliyê hêzên me ve hatine şopandin. Dagirkerên ku ketine bin kontrola hêzên me de, saet di 10.30’an de ji sê aliyan ve bi çalakiya koordînekirî ya gerîlayan hatin hedefgirtin. Koma çalakiyê ya yekem; komeke dagirker kirin hedef û ji nêz ve gule berdan wan. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Koma çalakiya duyemîn; çepera ku 2 dagirker tê de bûn hedef girtin. Li vir jî  dagirkerek hat cezakirin û 1 jî birîndar bû. Koma sêyemîn ê çalakiyê jî; dagirkerên ku cihê xwe terikandin û xwestin birevin, bi taktîka sûîqestê hedef girtin û dagirkerek ceza kirin. Dagirkerên ku li derdorê bûn û xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi çekên giran hedef hatin girtin.

Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên gerîlla bi taktîkên cuda yên gerîla pêk anîne, bi giştî 6 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûne.

– Roja 16’ê Gulanê saet 16.00’an li derdora çeperên şer ên Mamreş ên herêma Berxwedana Kurojahro du çeperên dagirkeran ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hatine hedefgirtin û derbkirin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û çeperek jî hate derbkirin.

– Di 16’ê Gulanê di saetên sibehê de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker teqemeniyên ku bi xwe re anîne berdan û reviyan. Li vir 13 m Kortex (funye) û 10 kg TNT yên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

– Di 16’ê Gulanê saet 09:30’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên herêma Berxwedanê ya Karkerê ji her du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hatiye gulebarankirin. Koma çalakiya yekem; 2 konên dagirkeran hedef girtin û ji nêz ve bi awayekî bandor li wan xistin. Koma duyemîn ê çalakiyê; komek dagirker hedef girtin û bi bandor li wan xistin. Heman rojê saet 14:30’an de droneke bombebarkirî ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin û îmha bûye.

Di encama vê çalakiya koordînekirî ya tîmên me yên gerîlla de bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 konên leşkerî û droneke bombebarkirî hatin rûxandin.

Ev çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên Zapê bi ruhê fedayî pêk anîn, ji bo bîranîna şehîdên me yên meha Gulanê di şexsê Fermandarê me yê nemir rêheval Hakî Karer de hatin lidarxistin.

– Di 16’ê Gulanê saet 19:00, 22:00 û 23:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer yê Girê Cehenemê ya Herêma Berxwedanê ya Çiyareş ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 car hatine gulebaran kirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

– Di 16’ê Gulanê de dagirkerên ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li herêma Berxwedana Şehîd Şahîn bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

3. Li Herêma Xakurkê;

– Di 16’ê Gulanê saet 13:00’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn dan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

4. Di 10’ê Gulanê de qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker ku di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

5. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

– 15’ê Gulanê saet 22.30’an Girê Hakkarî yê herêma Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Di heman demê de herêma Koordîne û derdora gundên Deşîşê, Seraro û Êdinê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan hate bombekirin.

– 16’ê Gulanê saet 18:06’an de Girê Hefttebax ê Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

– Di 16’ê Gulanê de qadên Gunde Fila, Girê Cûdî û Girê FM yên Zapê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 17’ê Gulanê di destê sibê de qadên Karker, Saca û Çemço yên Zapê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus, hawan û 7 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

 

17 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê