Rêhevalên Hêja!
Di 26’ê Tîrmehê de li herêma Mamreşo ya Avaşînê bi taktîka kemînê ji aliyê tîmên tolhildanê ya Şehîd Serdem û Şehîd Sarya ve çalakiyeke bi koordîne ya serkeftî hate lidarxistin.
Yekîneya dijmin xistina bin kontrolê û wekî bazan ji du aliyan ve lêdan, tasfiyekirina 7 hêzên dijmin, çûyîna ser cenazeyên wan û rakirina 1 çeka ferdî ya MPT-55, 3 çekên ferdî yên AK-47 (Qilêş), 1 cîhaza bêtêlê, 1 qasatûra û 2 kumên leşkerî bû çalakiyeke encamgir. Li Qada Berxwedana Mamreşo girîng e ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi awayekî profesyonel ji aliyê tîmên tolhildanê yên bitevger ve bên tetbîqkirin û dema ku dijmin qet ne li bendê be derbeke giran li dijmin were xistin.
Ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên me yên li Keleha Berxwedana Mamreşo bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, bûye pratîka soza ku me daye şehîdên xwe û layiqî bîranînên wan. Di vê wateyê de peyamek pir guncav û watedar bû. Her wiha di vê çalakiyê de li gel 3 leşkerên Tirk ên dagirker, 4 hevkarên dijmin ên ku bêrûmetî û îxaneta ji gelê xwe re tercîh kirin, hatin cezakirin, bersiveke tund bû ku, nîşan da xiyanet li Kurdistanê ti carî bê ceza namîne.
Vê çalakiyê careke din îspat kir ku pratîzekirina rast û afirîner a şêwaza şer a tîmên bitevger li her devera Kurdistanê û bi taybetî li herêma Avaşînê çiqasî encamgir e. Em hemû fermandar û şervanên li herêma Avaşînê, bi taybet jî tîmên bitevger ên Şehîd Serdem û Şehîd Sarya ji ber performansa wan û pisporiya wan pîroz dikin. Em hemû hevalên xwe yên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girtine û bi ruhê fedayî yê Apoyî şer dikin, bi hestên herî şoreşgerî silav dikin û berdewamiya serkeftinên we dixwazin.
2’ê Tebaxa 2022
FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL