Rêhevalên hêja!
Êrîşa dagirkeriyê ya berfireh û dawî a artêşa Tirk a dagirker ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, ji îro û pê ve 105 roj li pey xwe hişt.
Ev êrîşên dagirkeriyê ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve rastî berxwedaneke dîrokî hat. Eniya yekemîn a vê berxwedanê ya pîroz bi destê fermandar û şervanên leheng ên Eyaleta me ya Zapê ku bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û destûr nedan êrîş û dagirkeriyê hate avakirin. Berxwedana hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirkeran ên bi desteka teknîkî ya bêsînor a NATO’yê û meşa wan a li ser xeta serketinê, bin nekeftina gerîla careke din îspat kir.
We fermandar û hevrêyên me yên li qada Berxwedana ya Şikefta Birîndara, bi îradeyeke bêhempa li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da û bi taktîkên dewlemend ên gerîla yên serdema nû derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker xist. Li gel bi hezaran êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar, hawan, obus û çekên qedexekirî yên kîmyewî, li dîwarê berxwedana we ya ji hêza pola hatiye çêkirin ket û pûç bû. Ne ku tenê êrîşên dijmin hatin pûçkirin, di heman demê de çalakvaniya aktîf a tîmên bi tevger û hevalên di tunelên şer de, cesareta bilind û bi serkeftî pêkanîna taktîkên zaferê derbên giran li dijmin xistin.
Piştî helîkoptera êrîşê ya ku we di 30’ê Gulanê de xistibû, 24’ê Tîrmehê jî helîkoptereke Skorsky li qada Berxwedana Şikefta Birîndara hate xistin. Piştre jî di 25’ê Tîrmehê de li herêmê ji her du aliyan ve bi taktîka xweberdana nav dijmin a ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi awayekî serkeftî li dagirkeran hate xistin, 1 tank hate rûxandin û herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiyên serketî yên li hemberî dagirkerên ku dixwestin êrîşî tunelên şer bikin, mînakên herî berbiçav ên şêwaza lêdana wekî bazan bûn.
Li gel aliyê serkeftî yê leşkerî ya van çalakiyên encamgir û her wiha bersivdayîna êrîşa nemirovane ya dewleta Tirk a qirker a li dijî sivîlên bêguneh ên li Perexa Zaxoyê bû, nîşan da ku Gerîlayê Azadiyê hêza parastina rewa ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de ev çalakiyên ku di salvegera heftemîn a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li ser gelê me û tevgera me dabûn destpêkirin, careke din îspat kir ku hewldanên tasfiyekirina doza azadî û hebûna gelê Kurdistanê, hewldanên pûç û badilhewa ne.
Em hemû hevalên fermandar û şervan ên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Qada Berxwedana Şikefta Birîndara ku di van çalakiyên serkeftî de bi taktîkên afirîner ked dane, di nava şert û mercên dijwar de bi vîneke mezin li ber xwe dane; ji ber performansa wan a bilind û van serkeftinan pîroz dikin. Em hemû hevalên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih digrin, di serî de Berxwedêrên Şikefta Birîndara ku bi fedekarî li ber xwe didin û gav bi gav ber bi serkeftinê ve dimeşin, bi hezkirin silav dikin û berdewamiya serkeftinê dixwazin.
28’ê Tîrmeha 2022
FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL