HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêhevalên Hêja!

Di serî de hevalên Eyaleta Zapê, hemû hevalên me li hemberî êrîşên dijmin yên berfireh ku ji 14 ê Avrêlê ve berdewam dike; bi ruhê Apoyî, biryarbûneke bilind û bi fedakariyeke mezin berxwedanên destanî pêşxistin.

Em hevalên ku di vê pêvajoya ku 8 meha ya berxwedanî tê kirin de gihîştin şehadetê bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin û şervan û fermandarên hêja yên Eyaleta Zapê bi hestên herî kûr yê rêhevaltiyê silav dikin.

Çalakiya ku di 5 ê Kanûn li çeperên şer yên Şehîd Kuncî yê Qada Berxwedanê ya Saca ya girêdayî Zapê de bi taktîka sabotajê hate kirin û encam de 1 jê payebilind 3 dagirker hatin cezakirin çalakiyeke serkefti ye. Di vê çalakiya ku şertên zehmet yên zivistanê de bi fedakariyek mezin, bi afrîneriya taktîki ya bilind û bi taktîkeke bi aqil hate kirin û bi taybet hedefgirtin û cezakirina dagirkerekî payebilind di cih de bûye. Vê çalakiya bi encam bandora xwe yekser nîşan daye û rejîma AKP-MHP û çapemeniya wê ya şerê taybet her çiqas hewldidin wendahiyên xwe veşêre jî neçar mane ku mirina vê dagirkerê payebilind (binbaşı) îtîraf bike.

Vê çalakiyê di şexsê Fermandar Doğan Jîrkî de ji bo tolhildana hemû şehîdên me lidarxistin, çalakiya we bêtir bi wate û nirx kiriye. Di serî de hevalên ku vê çalakiya serkeftî de cih girtine û ked dane, hemû şervan û fermandarên Eyaleta Zapê pîroz dikin. Di şexsê Hêzên Eyaleta Zapê de hemû hevalên ku Pêngava Şoreşgeri ya Bazên Zagrôsê de cih digirin bi hestên şoreşgerî silav dikin û berdewamiya serkeftinê dixwazin.

 

8 ê Kanûna 2022

FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL