Ji çapemenÎ û raya gîştî re!
Li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê çalakiyên gerîlayên me HPG û YJA Star didomin. Li navçeya Gêxî ya Çewlikê ji bo bîranîna gerîlaya me ê YJA Star Kevser Elturk li hember leşkerên ku ewlekariya bendavên digirtin çalakiyek li dar xistin . Di çalakiya ji du baskan pêk hat, li xwaringeh, mewziya A-4, mewziya 12 leşker têde û wesayîteke zirxî ya kobra bi çekên giran û ferdî hedef hatine girtin. Di çalakiyê herî kêm 15 leşker hatin kuştin.
Di 24’ê Tebaxê de saet 23.00’an hêzên me yên gerîla bi roketan li hember lojmanên leşkerî yên li navenda Şirnexê çalakiyek li dar xistine, di vê çalakiyê de 4 çawîşên pispor birîndar bûne.
Di 25’ê Tebaxê de bi şev saet 03.00’yan hêzên me yên gerîla li nêzî gundê Avka Masiya ya li ser rêya Şirnex-Cizîrê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiya dema konvoy derbas dibû wesayîta zirxî akrep a ji rê derket derb xwar û li gor agahiyên herêmî 5 leşkerên di vê wesayîtê de mirine. Piştî çalakiyê û rakirina mirî û birîndaran li herêmê operasyon hatiye destpêkirin, piştî ti encam nehatiye wergirtin ji gundên derdorê 30 kes hatine binçavkirin.
Li navçeya Artemêtan a Wanê 26’ê Tebaxê saet 23.30 gerîlayên me wesayîteke zirxî ya di nav tevgerê de hedef girtin. Di çalakiyê de ku gelek kuştî û birîndarên artêşa T.C çêbûne, piştî çalakiyê bi awayekî dizî windahiyên xwe rakirine.
ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ
Di 26’ê Tebaxê saet 23.00'an li hember istasyona baz a Turkcell, Avea û Vodafone ya li gundê Kelegîrîn ê girêdayî Payîzava ya Wanê yekîneyeke gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de istasyona bazê bi temamî îmha bûye.
Di 25’ê Tebaxê de danê êvarî di navbera saet 21.00 û 22.00’an de li hember îstasyoneke bazê ya Turkcell a li gundê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê çalakiyeke sabotajê pêk hatiye. Îstasyona bazê bi temamî îmha bûye.
LI HEMBERÎ TUGAYA ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ
Di 26’ê Tebaxê de seet 16.00’an ji aliyê hêzên me yên gerîla ve li hemberî Tugaya Şirnexê çalakiyek pêk hat. Ev çalakî veguherî pevçûneke saetekê. Mewziyên ku di gir de bi çekên giran û ferdî bi awayekî bandor hate gulebarankirin. Êvarî saet 01.30 helîkopteran êrîş birin derdora gir. Heman saetan li derdora gir jî ji aliyê obus û hawanan hatin bombardûmankirin. Windahiyên artêşa TC nehatin zelalkirin.
TI TÊKILIYA ME BI ŞEWITANDINA WESAYÎTÊN SIVÎL RE TINE YE
Ev 2 roj in li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya Silopiya ya Şirnexê artêşa Tirk wesayîtên sivîl dişewitîne û vê yekê bi rêya medya şer a taybet wekî ku tevgera me kirî propagandaya reş dike. Ti têkiliya hêzên me yên gerîla bi van bûyeran re tine ye.
Hêzên me yên gerîla di saet 20:30’an de çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya şebekeya Vodafonê ya li gundê Karçanî ya girêdayî mezraya Mamxur a girêdayî navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê li dar xistine û şebeke bi temamî hatiye îmhakirin.
Roja 25’ê Tebaxê di saet 20:00’an de rêya Îpekê ya di navbera navçeya Farqîn a Amedê û Êlihê de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye girtin. Wesayîtek bi markaya Cornet a nesekinî û reviyayî hatiye hedefgirtin û hatiye xistin. Agahiya ku 5 polîsên sivîl di hundirê wesayîtê de bûn 3 ji wan hatine kuştin hatiye bidestxistin.
LI SER RÊYA AMED, PASÛR Û FARQÎNÊ KONTROLA NASNAMEYAN
Roja 26’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 û 18:30’an de hêzên me yên gerîla rêya di navbera Amed, Pasûr û Farqînê de girtine, kontrola nasnameyan kirine û der barê pêvajoyê de ji gel re civîn hatiye çêkirin.
JI GERÎLAYÊN ME YJA STAR LI GÊXÎ ÇALAKÎ
Roja 26’ê Tebaxê di saet 22:00’an de li navçeya Gêxî ya Çewlikê lekşkerên ku ewlekariya bendavê dikirin ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatine hedefgirtin. Di çalakiya ku ji aliyê hêzên gerîlayên me yên YJA Starê ve ji bo bîranîna Şehîd Ekîn Wan (Kevser Elturk) hat li dar xistin de ji du baskan ve xwaringeh, konteynira leşker têde dirazin, çepera A-4’ê, çepera 12 leşker têde û wesayîtek zirxî ya kobra bi çekên giran û ferdî hedef hatine xirtin. Xwaringeh û konteynir, dîsa wesayîta zirxî ya kobra û çepera A-4 û çeka A-4’ê bi temamî hatiye îmhakirin. 2 çeperên ku têde 12 leşker jî hene bi temamî hatine îmhakirin. Di vê çalakiyê de herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî û 5 ambûlansan rakiriye. Her wiha di encama rasterast gulebarankirina derdor de li erazî şewat derketiye û 3 karker jî birîndar bûne.
Roja 26’ê di saet 05:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyoneke bazê ya giştî ya li gundê Sorpiyan a girêdayî navenda Dêrsimê li dar xistine û îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.
Roja 26’ê Tebaxê saet di navbera 18:30 û 19:00’an de wesayîteke kesekî ku ji çawişekî pispor û berbazekî re dixebite li ser rêya Dêrsim – Erzînganê hatiye sekinandin û kelûpelên di hundirê wesayîtê de hatine şewitandin û wî kesî ji ber tiştên ku kir li pêşiya gel lêborîn xwestiye û ev kes cara dawiyê hatiye hişyarkirin û hatiye serbestberdan.
LI HEMBERÎ QEREQOLA TEPÊ ÇETE ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
Roja 26’ê Tebaxê di saet 16:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek bi çekên giran li hemberî qereqola Tepê Çete ya li ser xeta sînor a herêma Zagrosê li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Ev çend roj in li herêma Geliyê Zap a li ser xeta sînor a herêma Zapê komeke kontra yên ku cilên gerîla li xwe dikin; zerarê didin malên li gundê Dizê. Ev koma ku di nava kiryarên qirêj de, dixwazin tevlîheviyê derxin û biavêjin ser hêzên me yên gerîla.
Roja 25’ê Tebaxê di saetên şevê de, dema ku gerîlayên me li herêma Bêsosin a li mintiqeya Gerdiya ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê diçûn xebatek leşkeran kemîn danîne pêşiya wan. Gerîlayan kemîn ferq kirine û pevçûn derketiye. Piştî pevçûnê hêzên me bi awayekî bê windahî vegeriyane cihên xwe.
27 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG