HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de; çalakiyên gerîlayên me yên di navbera Colemêrg-Çelê de dewam dikin.

Li gor vê;

11’ê Tebaxê saet 10:30 artêşa Tirk ji bo bikeve qadên gerîlayên me lê ne, operasyoneke berfireh pêş xistiye. Di vê operasyona li qada di navbera Colemêrg-Çelê de gerîlayên me bi çekên giran li helîkopterên Kobra yên tevlî operasyonê bûne dane û helîkoptereke kobra hatiye derbkirin. Dîsa gerîlayên me li hember wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî hatiye derbkirin.

11’ê Tebaxê saet di navbera 14:00 - 16:00’an de artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî xwestiye li ser rêya Colemêrg-Çelê nuqteya kontrolê deyne. Li ser vê gerîlayên me bi çekên B-7 roketavêj li vê hêzê dane û leşkerên li vir vekişiyane.

10’ê Tebaxê saet  09:00 gerîlayên me li hember helîkoptereke Skorsky a ber bi qereqola Bezelê ya Şemzînanê ve diçû bi çekên giran çalakiyek li dar xistine û helîkoptera derb xwariye ji herêmê dûr ketiye. Paşê artêşa TC derdora qereqolên Geman û Radyolog bi obus û hewanan rasterast bombe kirine.

11’ê Tebaxê saet di navbera 18:30 - 20:00’an de gerîlayên me rêya di navbera Şemzînan û qereqola Bezelê de girtine. Gerîlayên me yên li vir kontrola nasnameyan kirine der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.”

10’ê Tebaxê saet 21.30 li hember Qereqola Polîs Sarayi ya girêdayî navçeya Tûşba ya Wanê gerilayen me bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 polîs birîndar bûne.

Gerîlayen me11’ê Tebaxê saet 10:00 rêya qada Rindikê û Davûsa ya di navbera Celemêrg-Çelê girtine

Di dema rêgirtnê de helîkopterên Kobra yên artêşa T.C a dagirker qad bombe kirine. Di êrîşa helîkopterên Kobra de hevrêyê me Andok Colemêrg (Bariş Tekçe) şehîd ketiye.

Gerîlayê me ê bi nasnav Andok Colemêrg (Bariş Tekçe) ê li Colemêrgê ji dayik bûye 11’ê Tebaxa 2015’an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest daye.

Hevalê me Tekçe yê sala 2010’an tevlî nav refên têkoşîna azadiyê bûye di demeke kurt de adepte bûye, bi kesayeta kamil û fedakar di nav rafên gerîlayan de dihat naskirin.  Hevrê Andok ê li gor wezîfe û mîsyonê sekneke layiq nîşan da, yek ji kadroyên me yên dikarîbû pêşengiyê hilgire. Tecrûbe û jêhatiyên xwe bi dirûstiya xwe re anî gel hev û di xebatên xwe de tempoyeke bilind bi dest xist.  Piştî perwerdeyê li qada ku çûyê bi coş û îradeyeke mezin di eniya şer de cih girt. Di têkoşîna berxwedana pîroz de wek zarokekî egîd ê gelê Kurd tevlî karwanê şehîdan bû.

andok baris_small

 

 

Nasnav: Andok Hakkari
Nav paşnav: Barış Tekçe
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Dilber - Yakup
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 11 Tebax 2015 / Colemêrg



‘Lı Nısêbînê Lı Hemberî Qereqolê Çalakıya Bı Du Baskan’

11’ê Tebaxê di saet 20:30’an de gerîlayên me li hemberî Qereqola Herbî ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn ji du baskan ve çalakiyek li dar xistine.

Baskê 1. Leşkerên li pêşiya nîzamiyeyê bi çekên giran û ferdî xistine; baskê 2. Kuleyên di hundirê qereqolê de hedef girtine. 3 leşkerê di kuleyan de hatine kuştin û kamerayek termal hatiye îmhakirin.  Piştre jî qereqpolê bi hewan, obus û çekên giran derdora xwe bombebaran kiriye. Piştî çalakî qasî 3 saetan pêgerên hewayî yên bê mirov keşif pêk anîne.

Heman demê bi desteka helîkopterên Skorsky û Kobrayan jî mirî û birîndarên xwe ji qereqolê rakirine.

Helîkopterên Kobra jî li derdora gundê Miştînî bi awayek rasterast gulebaran kiriye û li erazî şewat derketiye.

Roja 10’ê Tebaxê di saet 12:00’an de rêya nêzîkî herêma Ebûbekir a gundê Garisa ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li ser rê 3 kamyonetên ku hatine tesbîtkirin ku malzemeyan ji qereqola Sîryan re dibir hatiye şewitandin. Ev rê ji roja 10’ê Tebaxê û pê ve di destê hêzên me de ye.

Piştî ku artêşa Tirk rêya Qereqola Sûhanê girt, bi çekên giran û tankan li hemberî herêma Besta bomberdûman hatiye pêk anîn. Şewata ku di encama bomberdûmanê de derketî hê jî dewam dike.

‘Jı Gerîlayên Me Yen YJA-STAR Çalakıya Sûîqestê’

Roja 11’ê Tebaxê di saet 13:40’an de ji aliyê gerîlayên me YJA STAR’ê ve li hemberî girê Şerefiyê(di bin kontrola artêşa Tirk de ye) yê li derdora herêma Gabarê ya girêdayî Şirnexê çalakiyekî sûîqestê tê lidarxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna Harûn Çekdar ê di 30’ê Tîrmehê de şehîd ket hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirine. Dîsa artêşa Tirk bi balafirên şer û Kobrayan li hemberî herêmên derdor bomberdûman pêk aniye.

Roja 10’ê Tebaxê saet di navbera 22:00 û  23:30’an de gerîlayên me rêya di navbera Mûş û Gimgima navçeya Mûşê de girtine bin kontrolê û rê girtine. Gerîlayên me di kêliyê de bersiva artêşa Tirk a xwest ku bi wesayîtên zirxî mudaxale bike da. Di encama lêdanên bi çekên BKC û ferdî de pevçûn qewimîn. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di vê pevçûnê de gerîlayekê me şehîd ketiye.

Hevala me Kevser Erturk ê bi nasnav Ekîn Van ê li Wanê ji dayik bûyî di 10’ê Tebaxê 2015’an li Mûşê jiyana xwe ji dest daye .Hevrê Ekîn di sala 2008’an de tevlî nava refên gerîla bû, di yekîneyên jinên azad ên YJA STAR’ê de weke hêviya di serî de Gelê Kurd civakên ku dixwazin azad, wekhev û adil jiyanbikin  têkoşiya. Di nava refên berxwedanê de cihê xwe girt û fikra civaka bê jin red kir. Piştî demekê hem ji bo têkoşîna di nava gerîla de dimeşîne û hem jî ji bo xwepêşxistinê tevlî xebatên perwerdeyê bû. Li ser esasê pêşniyara ku piştî lêhûrbûnên di Akademiya Jina Azad de kir tecrûbeya xwe ya 6 salan a di nava gerîlayan de xist pratîkê. Weke gerîlayek jin a gerîla ya bi biryar û bi îrade di encama çalakiyê de şehîd dikeve û ala azadiyê dewrê hevrêyên xwe dike.

ekin kevser_small

 

 

 

Nasnav: Ekin Van
Nav paşnav: Kevser Ertürk
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Delal - Teymur
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê:10 Tebax 2015 / Mûş



11’ê Tebaxê di saet 10:30’an de dema ku tevgera leşkerî li qereqola Haftarîk a girêdayî navçeya Xorxol a Çewlikê dihat jiyankirin  de gerîlayên me YJA Starê çalakiyekî lidardixistin. Di encama xistinên bi çekên B-7, BKC û ferdî yên bi bandor de leşkererk tê kuştin, leşkerek jî birîndar dibe. Dîsan leşkerên di çeperê de jî bi awayek bandor hatine xistin. Encamên van xistinan nehatin zelalkirin, artêşa Tirk bi hewan, obus û doçkayan rasterast derdorê xwe gulebaran kiriye.  Di encama gulebarana rasterast de li derdora qereqolê û erazî şewat derketiye.

Nûçeyên Lı Çewlıkê Sê Gerîlayen Me Şehîd Ketıne Derew In

Dîsa nûçeyên ku derketine li derdora gundê Elmalik ê girêdayî Çewlikê sê gerîlayen me şehîd ketine bi temamî ne rast in û derew in.

Roja 11’ê Tebaxê di saet 15:00’an de ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê ve li hemberî qereqola Kûtûn a girêdayî navçeya Sason a Êlihê çalakiyekî sûîqestê hatiye lidarxistin. Li vir leşkerek hatiye kuştin.

Roja 12’ê Tebaxê di saet 06:00’an de 2 helîkopterên Skorsky qasî nîv saetê li ser gundê Panciya yê girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê bi awayekî zêde keşif pêk anîne.

Roja 11’ê Tebaxê di saet 03:30’an de komek gerîlayên me li nêzîkî gundê Kavaktepe yê di navbera Îdir û navçeya Bazîd a Agiriyê li hemberî girekî ku leşkerên artêşa Tirk digirt çalakî li darxistine. Di navbera hêzên me yên çalakî li darxistî û leşkerên Tirk de pevçûn derketiye.

Dîsa artêşa Tirk rêya di navbera Îdir û Bazîdê ji çûyîn û hatinê re girtine. Helîkopterên ku ji bo mudaxaleyê hatine cihê pevçûnê bi çekên giran hatine xistin û neçar mane ku ji wê derê dûr bikevin. Pevçûnên vê herêmê heya roja 12’ê Tebaxê(îro) saet 03:00’an dewam kiriye. Artêşa Tirk ber bi sibê ve kontrola rêya Îdir û Bazîdê berdaye. Ev rê ketine bin kontrola hêzên me yên gerîlayan. Di dema vê çalakiyê de wesayîtekî TIR a leşkeran jî tê şewitandin.  Windahiyên artêşa Tirk ên vê pevçûnê nehatine zelalkirin. Gerîlayê me yê bi navê Ozer Gever ê di van pevçûnan de bi giranî birîndar bûyî tevî hemû mudaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin û şehîd ketiye.,Hêvrê me  Sînan Ozer ê bi nasnav Ozer Gever ê li Colemêrgê ji dayîk bûyî di roja 12’ê Tebaxê 2015’an de li Agiriyê jiyana xwe ji dest daye. Ozer Gever ji roja ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûyî pêve bi fedekariyekî mezin xwe pêşxistiye – têgihiştiye di hemû qadên ku lê mayî de asta tevlîbûnekî girîng derxistiye hole.

Hevalê Ozer yek ji wan hevalên ku di nava şert û mercên zehmet ên Bakurê Kurdistanê de xwe gav bi pêşxistî û perwerde kiriye. Heval Ozer bi pratîka xwe ya têkoşînê ya bi biryarî pêşxistî xwedî li erkên demî derketiye û di dema ku ev têkoşîna bi biryar dimeşand de gihiştiye şehadetê.

ozer sinan_small

 

 

 

Nasnav: Özer Gever
Nav paşnav: Sinan Özer
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Mahriye - Ali
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê:12 Tebax 2015 / Agırî



‘Lı Dêrsımê Çalakıya Sabotajê’

Şeva 11’ê Tebaxê hêzên tîmên taybet ên ku dema li herêma Çalperî ya girêdayî navçeya Pulûr a Dêrsimê kemîn datînan hatin ji aliyê hêzên gerîlayên me HPG’ê hatin şopandin. Roja 12’ê Tebaxê di saet 07:00’an de dema ku wesayîtekî dûpişk hat ku van hêzan bigire ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Pulûr û Kandolarê de çalakiekî sabotajê tê li darxistin û bi temamî tê rûxandin. Di vê wesayîtê de şofêrek û 8 hêzên tîmên taybet hebûn.  Piştî çalakiyê ji navenda Pulûrê ber bi cihê bûyerê ve balafirên keşfê tên û digerin, 5 wesayîtên zirxî û ekîbên îmhakirina bombeyan tên cihê bûyerê mudaxale dikin. Dîsan gelek ambûlans jî tên cihê bûyerê. Artêşa Tirk bi Skorskyan mirî û birîndarên xwe dibe navenda Dêrsimê. Ev çalakî weke bersivdayîna gerîlayên me yên di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk û Komkujiya Zergelê re hatiye lidarxistin.

12 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG