Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
1. Hêzên me di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Egîd de 10’ê Cotmehê li dijî artêşa Tirk çalakiyên xwe didomîne û agahiyên çalakiyan wiha ne:
Hêzên me saet 08:15’an li Girê Lêlîkan ê girêdayî Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji du baskan ve bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.
Hêzên me yên YJA Star saet 14:20’î de li dijî leşkerên li Girê Lêlîkanê bi cih bibûn çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Hêzên me saet 19:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a li girê Xwedê yê li Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Saet 11:30’î hêzên me li Girê Xeregol a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên leşkeran hatine xistin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.
Piştî çalakiya gerîlayan artêşa Tirk bi hewan û obusan qad bobme kiriye.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 9’ê Cotmehê saet 10:45’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Şehîd Canxot ê girêdayî herêma Herekol a Sêrtê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeperan hate xistin de 3 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Hêzên me di çarçoveya heman pêngavê de 10’ê Cotmehê saet 16:30’î leşkerên li Girê Canxort leşkerên Tirk kirin hedef û çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeper bi xurtî hatin lêdan, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelel nehatin bidestxistin.
3. Di 27’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Badibê ya Bagoka Mêrdînê bi wesayîtên hewayî yên bê mirov û wesayîtên zirxî operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 30’ê Îlonê de qad bi helîkopter û balefirên şer bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbûye. Di vî şerî de Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û rêheval Akîf Brûsk şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Medya Mawa Nav û paşnav: Emîne Kaya Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn Navê dê û bav: Fatma – Haci Mûsa Cih û dîroka şehadetê: 30’ê Îlonê 2018/Mêrdîn
|
Medya – Emine Kaya
Nasnav: Akîf Brûsk Nav û paşnav: Mahmût Ozdemîr Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn Navê dê û bav: Zubeyde-Mehmet Cih û dîroka şehadetê: 30’ê Îlonê 2018/Mêrdîn
|
Akif – Mahmut Özdemir
11’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê