Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Hêzên me li dijî tevgera dagirker a dewleta Tirk a ku li Xakurkê daye destpêkirin, bi berxwedaneke dîrokî têdikoşin. Artêşa Tirk a dagirker ji Xakurkêheta Serhedê derbên giran dixwe û windahiyên xwe ji raya giştî vedişêre. Hêzên dagirker ên ku hemû derfetên xwe seferber kirine li hemberî qadên gerîlayan têk diçin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne;
1. Artêşa Tirk a dagirker li Xakurkê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Hêzên me li qadê Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya dabûn destpêkirin û 11’ê Hezîranê de nîvro li Geliyê Ermûşê yekîneyên operasyonê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 15.00’an de ji 3 milan ve li hêzên dagirker dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi helîkopterên taarûzê û obûs û hawanan li qadê daye û êvarî jî mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
2. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li ser rêya Bazîd û Îdirê, yekîneya dijmin xistine bin kontrola xwe û di 11’ê Hezîranê saet di 06.30’an de li panzêrê û kamyonekê dane ya ku 30 leşker tê de bûn. Ev kamyon îmha bûye û panzêrê jî derbên giran xwariye. Di vê çalakiyê de 20 leşkerên dijmin hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan li qadê daye û bi gelek ambûlansan leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine. Hêzên me yên HPG, YJA Star û HBDH’ê ev çalakî li dar xistine û bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
3. Di 9’ê Hezîranê de saet di 19.20’an de hêzên me li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker dane ya ku ewlehiya bendava Farqînê dikin. Di vê çalakiyê de bi hêzên me li kûleya leşkeran daye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin.
Di 10’ê Hezîranê de saet ji 19.00’an heta şev, hêzên me di navbera Pasûrê Amedê û Mûşê rê kontrol kiriye. Hêzên me di vê çalakiyê de rê ji trafîkê re girtine û derbarê pêvajoyê gel agahdar kirine.
4. Di 12’ê Hezîranê de saet di 07.00’an de balefirên artêşa Tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatine.
12’e Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê