Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Li hemberî operasyona dagirker a dewleta Tirk a dagirker a li dijî qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên me li gelek qadan çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine.
Di 12’ê Hezîranê de saet di 22.00’an de hêzên me yên YJA Star li dijî leşkerên li Girê Lêlikanê yên li herêma Xakurkê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.
Di 20’ê Hezîranê de jî li nêzî Tepê Xwedê hêzên me yên YJA Starê leşkerên dijmin xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 18.00’an de ji nêz ve li leşkeran dane. Di vê çalakiyê de yek jî payedar 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin.
Yekîneyên me yên ku ev 3 çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
2. Di 17’ê Hezîranê de hêzên me li dijî Qereqola Tingê ya li Qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin û panzêrek hatiye derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker di 19’ê Hezîranê de li qadê operasyonek daye destpêkirin.
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
Leşkerên dagirker ên ku li qadê operasyonek dabûn destpêkirin di 19’ê Hezîranê saet di 19.00’an de bûne hedefa hêzên me. Hêzên me li hemberî hemû yekîneyên operasyonê çalakiyên bi bandor dane destpêkirin. Di van çalakiyan de 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayîtên zirxî ji qadê derxistine. Artêşa Tirk a dagirker ji ber derbên giran ên ku xwar, di heman rojê de bi şev xwe ji qadê vekişandiye. Di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.
3. Di 19’ê Hezîranê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li Zozanên Tofdakê yen Dortyola Hatayê kemîn danîne. Hêzên me vê yekîneya veşartî xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de saet di 10.20’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de yek jê fermandarê yekîneyê, 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
4. Roja 14’ê Hezîranê saet 19:30’an de hêzên me bi yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Mexrebiyan a herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê re hate pêşberî hev û şer derket. Di navbera yekîneya dijmin û hêzên me de şerekî dijwr qewimî û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyê me Eren Karker Pasûr (Unal Dînar) ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kir, şehîd bû.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Eren Karker Pasûr Nav û Paşnav: Unal Dînar Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Ulmiye - Abdulkadîr Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Haziran 2019’an / Bedlîs |
Eren – Ünal Dinar
Hevrê Eren wekî zarokê malbateke welatparêz di sala 1991’an de li Amedê ji dayîk bûye. Li hemberî êrîşên dijmin di ciwaniya xwe de di qadên civakî û ciwanan de xebitiye. Hevrê Eren hestên xwe yên welatparêziyê bi bîreke şoreşgerî hûnandiye û di sala 2010’an de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevrê Eren di nava demeke kurt de bûye fermandarekî jîr û fedakar.
Hevrê Eren bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derbasî qada Bakur bûye û li herêma Xerzanê tevlî têkoşîna gerîlayan bûye. Hevrêl Eren li qada Xerzanê bi têkoşîn û fedakariya xwe bûye gerîlayekî mînak û li hemberî dijmin heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku hevrê Eren ji me re hiştiye, li ser rêya azadiyê ya ku şehîdan ava kiriye bi birdaryarî hilgirin. Em di serî de ji malbata Dînar û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.
5. Roja 12’ê Hezîranê saet 03:00’an li nêzî qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê yekîneyeke me bi leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Piştî şer helîkopterên dagirkeran bombe li herêmê barand.
Hemwext bi bombebaranê re pasdarên Îranê êrîşî hêzên me kirin. Di şerê bi pasdarên Îranê re hevreyên me Redûr, Rojbîn û Evrîm şehîd bûn.
Heta roja îro weke tevger em beşdarî konseptên li dijî Îranê tên pêşxistin, nebûne û ti fikrekî me yê wiha nîne. Heke bûyera li ser sînor pêk hatiye ne tiştekî tenê ji bo carekê be û Îran hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk bidomîne, em bi zelalî diyar dikin ku em ê helwesta xwe ya li hemberî Îranê ji ber çavan derbas bikin û ji nû ve binirxînin.
Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Evrîm Ronahî Başkale Nav û Paşnav: Aysel Togan Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Şadiye - Recep Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever r |
Evrim – Aysel Toğan
Nasnav: Redûr Adar Nav û Paşnav: Gulistan Elmas Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik - Bav: Hediye – Abdulbakî Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever |
Redur – Gülistan Elmas
Nasnav: Rojbîn Avareş Nav û Paşnav: Mercan Abdullahî Girînkanlo Cihê Jidayikbûnê: Makû Navê Dayik - Bav: Naze – Ahmet Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever |
Rojbin – Mercan Abdullahi Gırinkanlo
Hevrê Evrîm Ronahî; Di dema ku dewleta TC’ê ya faşîst bi çeteyên DAÎŞ’ê re êrîşî gelê Kurd kir sala 2014’an beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrê Evrîm ku di nava hestên welatparêziyê de mezin bû, ji dema ku beşdarî têkoşînê bûyî bi hestên welatparêziyê li dijî êrîşên li ser gelê Kurd di eniya herî pêş de têkoşiya. Hevrê Evrîm ku heta kêliya dawî şehîd bikeve jî ji bo azadiya gelê me şer kir û her demê bi rûhê xwe yê ciwan bûye hevrêyekî me ya mînak.
Hevrê Redûr; Li navçeya Nisêbin a Mêrdinê di nava malbatekeî welatparêz de hate dinê û di temenê ciwantiyê de ji bo têkoşînê dest bi xebatan kiriye. Hevrê Redûr ku di salên 90’Î de dewleta TC’ê ya dagirker bavê wê qetil kir û bê navber rû bi rû faşîzma dewleta TC’ê ya dagirker bûbû di sala 2012’an de bi awayekî aktîv beşdarî nava refên gerîla bû û di her fersendê de di nava hewldanên derb kirina dijmin de bû. Hevrê Redûr ku heta roja şehadetê jî bi fedekariya xwe dihate naskirin û bûye şervanekî girêdayî têkoşînê.
Hevrê Rojbîn; Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatekekî welatparêz de hate dine û mezin bûye. Hevrê Rojbîn ku dewlemendiya çanda Kurdî ji kûrahî naskir, bi zanebûna hestên welatparêziyê yên qezençirî sala 2013’an beşdarî tevgera azadiyê bû. Di demeke ku faşîzma TC’ê bi hovane êrîşî gelê me dikir de, weke bi hezaran ciwanên Kurd ber bi çiyê ve kete rê û ji bo rawestandina faşîzmê ya li dijî gelê me têkoşiya. Heta kêliya dawî jî yek hi hevrêyên me yên ku bi aktîv beşdarî têkoşînê bû û yek ji hevrêyên me yên fedayî yê parastina gel bû.
22’e Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê