Çapemenî û Raya Giştî Re!
Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ya Dîrokî ku bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd hate kirin, çalakiyên hewayî lidar xist.
Artêşa Tirk a dagirker ku her roj ji bejahî ve derbê dixwe, bi pêngava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re ku teknîk xistiye xizmeta taktîkê, ji hewa jî derbê dixwe.
Di navbera 1 – 11ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 8 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kir; 5 dagirker hatin cezakirin, 13 dagirker birîndar bûn, 5 kon îmha bûn û derb li 3 çeperan hate xistin.
Agahiyên nasnameyê yên beşek ji dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, hate zelalkirin. Li gorî vê yekê; hate tespîtkirin ku çawişên pispor ên bi paye Umît Şahîn, Bakî Kalan û Ziyar Vûral, serdesteyê bi paye Halîl Îbrahîm Guvercîn, leşkerên kirêkirî Tolga Armût û Oktay Cengîz ya hatine cezakirin, yan jî hatine birîndarkirin. Dewleta Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet encamên van çalakiyên gerîla ku derbên giran li dagirkeran xist bi ti awayî eşkere nekirin, mirî û birîndarên xwe veşartin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên hewayî û bejahî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku li ser şopa fermandar Egîd dimeşin, nefilitin.
12ê Tebaxa 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê