Çapemenî û Raya Giştî Re!
Me berê bi ji bo gelê xwe û raya giştî ragihandibû ku 26’ê Tîrmehê têkiliya me bi komeke hevrêyên me yên li Gundê Bêxme ya girêdayî navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê qut bûye. Me anîbû ziman ku li ser bûyerê li benda daxuyaniya PDK’ê ne.
Koma ku têkiliya me jê qut bûye, koma hevrê Serwer Serhat a di Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digre ye. Li gel hevrê Serwer hevrê Dijwar Berxwedan, Wargeş Çirav û bi giştî weke komeke 3 hevrêyan bi meşê derketine ser rê. Hevrê Serwer li Bakurê Kurdistanê di gelek merheleyên berxwedanê re derbas bûye û fermandarekî xwedî ezmûn e.
Dema ji bo erka xwe ya fermandariya Eyaletê ya nû hatibû erkdarkirin ji bo bigihêje Behdînanê, li devera Gundê Bêxme ya girêdayî Xelîfanê ji aliyê me ve hate piştrastkirin ku, êrîşî çûye ser. Lê encama bûyerê nehatiye zelalkirin.
Li ser aqûbeta van hevrêyên me heta niha jî ji aliyê PDK’ê ve ti agahdariyek nehatiye kirin. Di vê mijarê de em careke din bi raya giştî re parve dikin û bi giringî didin zanîn ku; li bendê ne ku PDK daxuyaniyekê bide.
31’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê