HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk komên gerîla yên ji eyaletên Çewlik, Amed û Garzanê ketine rê, xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gel ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed û Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim, ji aliyê gerîla ve bi merasîmeke leşkerî hatine pêşwazîkirin.

rizgariya demokratik5

2. Di roja 20'ê Hezîranê saet li dora 18.00'an helîkopterên bi tîpa Skorsky yên artêşa Tirk li dora Çiyayê Çarçela demeke dirêj firiyane û hat gotin, Li Girên Şehîd Mazlûm û Şehîd Hozan, bi armanca hişyarkirinê gule li helîkopteran hatiye reşandin. Li ser gule reşandina hişyariyê, helîkopterên artêşa Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê derketine."

23 Hezîran 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê