Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 13’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Girê Şehîd Ezîz ê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer roja 14’ê Tîrmehê jî saetên şevê girê Helîkopter û roja 15’ê Tîrmehê (îro) saet 08:00’an kendala Girê Şikerê Spî bombeberan kirin. Piştî bombebranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker danîn Girê Şehîd Ezîz û Girê Helîkopterê û xwestin bicih bibin.
Hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku xwestin bikevin eraziyê û li herêma daristan daran bibirin çalakiyek lidarxist. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Sarya leşkerên ku xwestin derbikevin eraziyê xistin bin kontrola xwe û roja 14’ê Tîrmehê saet 11:00’an hêzên me yekîneya dijmin kir hedef. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker saet 20:00’an kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 14’ê Tîrmehê saet 06:00’an li dijî makîneyên kar ên artêşa TC’ê ya dagirker ku li rêya ewlehiyê ya di navbera gundên Wargenima û Kendalokê yên navçeya Gever a Colemêrgê kar dikirin, çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kefçeya kar a dijmin hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate testpît kirin.
3. Roja 14’ê Tîrmehê derengiya şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Dihok û herêma Gundê Filleha yê herêma Zê bombebaran kirin. Di bombebranê te tiştek bi hêzên me nehatiye.
15'ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê