HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 9'ê Tebaxê de leşkerên Arteşa dagiker a Tirk li navçeya Agirî Bazîdê,herêma Kirê Celalê kemînan danîne. Ev xebatên kemîn danînê ku di 9'ê Tebaxê de destpêkirin heya 10'ê mehê piştî nîvro berdewam kiriye.

2. Ji 6 'ê Tebaxê ve artêşa dagiker a Tirk yek hefteye li herêmên girêdayî navçeya Mêrdîn Kerboranê gundên Miştî û Dereca di demjimêrên şevê de kemîn danîne. Herwiha dijminê ku şevê tevgera kemîn danînê dike, rojê ji keşfa herêmî dikin. Di xebatên keşfê de ji cerdevanên gundê Gerê ji cih digrin.

11 Tebax 2013

Navenda Çapemenî - Ragihandin