HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Roja 20'ê Gulanê saet 07:30'î hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek berfireh lidar xistin.

Hêzên me di encama îstixbarateke taybet de otobusa ku tîmên taybet ên JOH tê de bûn şopandin û lê dan. Bi derbên xurt, otobusa ku tîmên taybet tê debûn hate rûxandin. Di vê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 45 tîmên taybet ên JOH'ê hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi wesayîtên zirhî xwest dest li cihê çalakiyê werde. Hêzên me bi rengekî serketî li wesayîtên zirxî dan û wesayît neçar vekişin. Wekî din 2 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Atak ku dixwestin mudaxeleyî cihê çalakiyê bikin bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi serketî li helîkoptereke atak xistin, helîkopter derb xwar û neçar ma vekişe. Artêşa TC a dagirker danê nîvro heta berêvarê saet 16'an herêm bi obus û hawanan topbaran kir û leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky û ambûlansan ji herêmê rakir. Enqaza otubusa hatî îmhakirin jî bi vîncê ji herêmê rakir.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me êvara 20'ê Gulanê saet 18:30'î, li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Bi derbên xurt, 3 ji çeperên dijmin hatin rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 15:10'an li dijî leşkerên dijmin ên li girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Sibeha 21'ê Gulanê saet 07:05'an di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me li dijî leşkerên ku li ser rêy navbera girê Heftkanî û Tisê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê kontrola rê dikirin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

3. 17'ê Gulanê, li qada Şapirnaz a navçeya Pasûr a Amedê, artêşa TC a dagirker bi desteka kontra dest bi operasyonê kir. Operasyon bi gelek wesayitên zirxî hate meşandin û roja 19'ê Gulanê beşek ji hêzên operasyonê xwe vekişandin.

 

21’ê Gulanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê