HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Pîroz û Şehîd Agirî de 12’ê Cotmehê saet 10:50’î li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Leylek ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakiyên sekvaniyê kirine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye, kuştin leşkerek jî birîndar bûye.

 2. 10’ê Cotmehê di saetên sibê de artêşa Tirk li devera Demîrkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Dîsa heman rojê saet 10:30’î balafirên şer û helîkopteran li qadê dane, piştî bomberdûmanê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li qadê danîne. 11’ê Cotmehê dema ku hêzên dagirker li herêmê lêgerîn dikirin bûne hedefa hêzên me. Di çarçoveya çalakiya Pêngava Serketina Şoreşgerî de yekîneyên me li dijî hêzên dagirker çalakiyeke ya sabotajê kirin û bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Hêzên dagirker heman rojê bê ku encamekê bigire di saetên şevê de vekişiyan. Çapemeniya Tirk têkildarî heman operasyonê ragihandibû ku 2 gerîlayên me şehîd bûne. Di vê operasyonê de tu gerîlayên me şehîd nebûne. Artêşa Tirk a Eyaleta Serhedê bi windahî û têkçûna xwe ya li herêmê ji bo binixûmîne serî li rêbazên şerê taybet dide û nûçeyên wiha servîs dikin û rastiyan diveşêrin.

3. 12’ê Cotmehê saet 20:45’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li devera Çiyayê Reş ê girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

4. 11’ê Cotmehê saet 17:30’î 2 hevrêyên me dema ji bo erkekê ber bi qada Çirav agirêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ve diçûn, rastî yekîneyên veşartî yên li qadê xwe bi cih kiribûn hatin. Hevrêyên me yên li vir bi leşkeran re ketin şer, derbên xurt li yekîneyên dijmin dane. Di encam vî şerî de kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin, hevrêyên me Mahîr û Rêzan heta guleya xwe ya dawî li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameya gerîlayên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Mahîr Malatya

Nav û Paşnav: Selçûk Kose

Cihê Jidayikbûnê: Meletî

Navê Dayikê- Bav: Meryem - Suleyman

Cih û Dîroka Şehîdbûnê Sêrt/ 11’ê Cotmeha 2018

Mahir – Selçuk Köse

Nasnav: Rêzan Goyî

Nav û Paşnav: Mehmet Paksoy

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayîkê - Bav: Şefîka - Omer

Cih û Dîroka Şehîdbûnê Sêrt/ 11’ê Cotmeha 2018

 

Rêzan - Mehmet Paksoy

Hevrêyê me Mahîr li navçeya Yazihan a Meletiyê sala 1981’an hatiye dinê, di nava malbateke welatparêz de mezin bûye û sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bûye. Hevêr Mahîr ê zanîsta şoreşgerî ya li ser bingehê felsefeya Rêber Apo girtî, bi kesayeteke sosyalîst, weke milîtanekî xweragir ê Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîn kir, di demeke kin de di warê rêxistinî de xwe pêş xist, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de di nava xebatên cihê yên şoreşgeîr de cih girt. Hevrê Mahîr ê xwedî kesayetekî sade, dilgerm, li ser bingehê kesayetekî kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînakek bû, her demê bi ruhê xwe yê ciwantî hê zêdetir têkoşîn kiriye. Hevrê Mahîr ê li ser vî bingehê xurt ji bo pêvajoya şer hesab ji dijmin bixwaze ketiye ser rêya Botanê li Gabar ê warê Egîdan di asta fermandariyê de wezîfe girtiye û berpirsyartî girtiye ser milan.

Hevrê Rêzan jî li navçeya Qilaban a Şirnexê sala 1988’an hatiye dinê, di salên ciwantiyê de rastiya dijmin dibîne û sala 2008’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Rêzan ê sala 2009’an li Zagorosan dema bi erka xwe radibû, dîl ketibû destê hêzên dagirker ên TC’ê,dema ji esaretê rizgar dibe, dubare berê xwe dide refên gerîlayan. Hevrê Rêzan ê bi seknekî rast, xebatkar û fedkar bi seknekî leşkerî di demeke kin de xwe bi rêxistin û perwerde kir, vê carê ber xwe da warê lê ji dayik bûye Botanê têkoşîna xwe li warê Egîdan Gabarê bi rê ve bir.

Em hevrêyên xwe Rêzan û Mahîr ên ked, fedekar û cesareta xwe ji Egîdan, Adilan, Erdalan û Çîçekan ên li Botanê girtî bi rêzdarî bibîr tînin, em soza bicihanîna xeyalên wan ên ‘Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke Azad’ di têkoşîna xwe de bigihînin serkeftinê didin.

 

13’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê