Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Cotmeh3e de di navbera saet 13.00-14.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji liayê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 40 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha mamosteyeke polîtîkayên bişaftinê pêk tîne hatiye binçavkirin û piştî lêpirsînê serbest hatiye berdan. Herweha 2 transît û kemyoneke ji Tûgaya Elkê re erzak dikişan, piştî erzaqên tê de li gel hatiye belavkirin ev her sê wesayit hatine şewitandin.
8 wesayit Ji tûgaya Elkê, 2 panzer jî ji alaya Çemanê xwestine mudaxeleyî cihê bûyerê bikin lê rastî bergiriya gerîlayên me hatine, di encama çalakiyên gerîlayên me de daggeyitiyek û jamerek hatiye rûxandin, 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalkayê dijmin kuştiyê xwe û birîndarên hejmara wan nehate zelalkirin bi 3 helîkopterên skorskyanji herêmê dûr xistiye. Herweha bi helîkopterên kobrayan jî herêm bi dijwarî hatiye bombekirin.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle de li navçeya Eleşgirta Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di 18'ê Cotmehê de di saet 23.30'an de li Eleşgirta Agiriyê li navbera gundên Sivik û Kurdalî de di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya ji 6 wesayitan pêk dihat li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama teqîna di xeta lûleyan de 2 wesayitên reo bi giştî têk şikiyaye, 4 wesayitên reo jî derbe xwariye. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 38 leşker hatiye kuştin 30 leşker jî birîndar bûye.
Herweha ji şeva 17'ê Cotmehê û vir ve li dijî çiyayê Tendurekê bi helîkopterên skokskyan leşker û alavên leşkerî tên veguheztin.
3. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê de gerîlayên me hin çalakî lidarxistine, operasyonên dijminên li Çelê û Şemzînanê dabû destpêkirin, naçar maye paş de vekişin.
Di 17'ê Cotmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî çeperên leşkerî yên li alaya Bilicanêne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregehên bi bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Operasyona di 14 Cotmehê de li dijî herêma Geliyê Zap hatibû lidarxistin, di 18'ê Cotmehê de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye lê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn vedan û keşf berdewam dike. Herweha hejmarên wendahiyên me yên di çapemeniya şerê taybet a tirk de derbas dibe dûrî rastiyane.
Di 17'ê cotmehê de opersayona li Girê Konserve, Kanala û Garê ya bi ser Şemzînanê hatibû lidarxistin di 18'ê Cotmehê de danê sibê paş de vekişiyaye.
Di 18'ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Girê Sor, Latê Kewa û herêma Cigerxwînê bi helîkopterên kobrayan dîsa di heman saetan de li dijî Helwesîs, Hînê, Suwara Benê û Xalkê jî bi helîkopterên kobrayan, hewan û obusan hatiye bombekirin. Ji 18'ê Cotmehê ji saet 11.00'an heta 19'ê Cotmehê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kanî Cennetê ya bi ser Zapê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
19 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê