ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3'ê Hezîrana 2014'an saet di navbera 18:00 û 19:00 de balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker, li ser herêmên Parastina yên Medyay herêma Xakurkê re firiyane. di heman rojê de saet di navbera 13:30 û 14:00 de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Heftanînê jî geriyane. Her wiha di 3'ê Hezîranê saet di navbera 08:00 û 12:00 de, li bejahiya navçeya Colemêrg Çelê û li ser xeta sînor a herêmên me yên Parastina Medyayê bi awayek zêde balafirên keşfê geriyane.
2. Di 3'ê Hezîranê de balafirên keşfê yên bê mirov ên aîdê artêşa TC a dagirker li herêma Kizilagaç a Erzîromê bi roj keşif kirine. Ev keşif heta saet 24:00 ê şevê dewam kiriye. Di 4'ê Hezîranê de jî li heman herêmê li gel balafirên bi tîpa Heronê tevgera helîkopterên bi tîpa kobra jî hatiye jiyîn.
3. Di 3'ê Hezîranê de li nêzî qereqola Korxe ya navçeya Amed Liceyê, 2 helîkopterên bi tîpa kobra û helîkoptereke bi tîpa skorsky ên artêşa TC a dagirker, bi armanc keşfê geriyane.
4 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê