HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24'ê Cotmehê de di saet 17.45'an de li navçeya Pîrana Amedê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li ser girê Dîmê bûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalkaiyê de leşkereke dijmin birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin ji qereqolê bê ser û ber derdora xwe gulebaran dike.

2. Di 25'ê Cotmehê de di saet 00.30'an de li navçeya Sîlopiya Şirnexê li nêzî herêma Şîvesorê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî xeta lûleyan a petrolê çalakiyek hatiye lidarxistin. Dijmin ê herîkîna xeta lûleyan a derbeyeke mezin xwariye biriye û heta 25'ê Cotmehê jî nekariye mudaxele bike.

3. Di 25'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî girê ewlekariya Alaya Garê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî du çeperên çeka bi makîne ya giran a A4 hatine rûxandin, 4 leşker hatine kuştin 2 çeper jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.

4. Ji 23'ê Cotmeh3e û vir ve li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Genîş, Garê, Konserve û Geliyê Ava Heci Begê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin.

26 Cotmeh 2012                                   

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê