HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2'ê Hezîranê de di saet 19.45'an de li ser riya Amed Çewlikê piştî ewlekariya rê hatiye girtin ji aliyê gerîlayên me ve venêrîna nasnama û rê hatiye kirin. Ji bo gelê hatiye rawestandin di derbarê Xweseriya Demokratîk de propaganda hatiye kirin, herweha li vir tûristek jî hatiye binçavkirin. Piştî kar û xebatan tûrîst di 3'ê Hezîranê de serbest hatiye berdan. Di vê çalakiyê de herweha tebanceyeke wezîfedareke dewletê jî hatiye desteserkirin, wesayita wî jî hatiye şewitandin.

2. Di 4'ê Hezîranê de di saet 06.30'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî herêmên Korxê, Manîsor û Hedikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de di navbera leşkerên derketiye operasyonê û gerîlayên me de li 2 ciyan pevçûn qewimiye. Di encama van pevçûnan de fermandarê cendermayan ê Lîceyê bînbaşiyek jî di nav de herî kêm 5 leşker hate kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 3'ê Hezîranê de di saet 14.30'an de di navbera navçeya Çelê û Tabûra topê ya Serê Sêvê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên sivîl operasyonek hatiye lidarxistin. Di vê operasyonê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.

4. Di 3'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî girê Hinê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê