Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de 1’ê Hezîranê saet 17:30’an li dijî wesayîteka bi tîpa Rîo li devera Başêrgeh ye Colemêrgê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiya ji du baskan ve bi xurtî hate lêdan de, wesayît bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin.
2. Hêzên me kesê bi navê Haydar Çelîk ê li gel artêşa Tirk di nava hevkariyê, dîsa xebatên kontra dike û destê wî di şehîdbûna hevrêyên me de heye, 31’ê Gulanê saet derdorî 21:30’î li navenda navçeya Gever a Colemêrgê ceza kirine.
3. Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li derdorî gundê Xarcek ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê bi cih bibûne. Hêzên me vê yekîneyê demekê xistin bin kontrolê de û 1’ê Hezîranê saet 04:00’an li dijî yekîneyê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li deverê dest bi operasyonekê kirine. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî wesayîteke ku tevlî operasyonê bibû çalakiyeke sabotajê kirin, ev wesayît bi giranî derb lêketiye. Di vê çalakiyê de jî 2 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.
2’ê Pûşberê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê