HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 14’ê Cotmehê de di saet 13.00’ande li navçeya Mêrdînê Mahsertê li dijî gundê Yestê û Kewarêxê ji aliyê yekîneyên taybet ên girêdayî Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Hîn jî li herêmê tevgera dijmin berdewam dike.

2. Di 13’ê cotmehê de li Amed li dijî navbera Lîcê û Pasûrê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyoneke bi rengê kemîna hatiye lidarxistin. Herweha li eraziyê kontrayên bi cil û bergên nêçirvanan digerin û keşfan dike.

3. Di 12’ê cotmehê de li Amed li dijî herêma Şehîd Kendal k udi navbera Hezro û Farqînê ye ji aliyê artêşa TC’ê bi tevlêbûna hêzên taybet, kontra û cerdewanan operasyonek hatiye lidarxistin. Operason hîn jî berdewam dike.

4. Di 14’ê cotmehê de di navbera saet 06.00-07.00 û di navbera saet 19.00-21.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Xerîp û Ava Gûzê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

15 Cotmeh 2010

Navenda Çapemênî-Ragihandin a HPG’ê