Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14’ê Mijdarê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Dara Hênê li herêma Hacanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe du caran bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî pevçûnê herêm bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin. Artêşa dagirker a tirk heta danê sibê ya 15’ê Mijdarê bi daxistinan opersayon ber bi herêmên Sahabe, keltepe û Gozcuyê berfireh kiriye, danê êvarî jî paş de vekişiyaye. Hewldanên keşf û kemîn vedanê yên yekîneyên weşartî yên dijmin berdewam dikin.
2. Di 15’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-12.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqola Rûbarokê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma Govendê bi hewan û obusan hatiye bombekirin, di saet 22.30’an de jî li dijÎ heman herêmê bi balefirên şer hatiye bombekirin.
3. Di 15’ê Mijdarê de di saet 22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Xankê û Yekmalê yên bi ser Metînayê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de depoya avê ya ava vexwarinê ya Gundê Xankêye ruxiyaye.
4. Dİ 16’ê Mijdarê de di saet 05.45’an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola Angûlê (Dûrû) ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek fedaiyane hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê li dijî herêmên Dêrxus, Huseynik, Cinêzor û Panavê yên bi ser navçeya Lîceyê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Serweriya gerîla ya li herêmê jî hîn berdewam dike. Di derbarê çalakî û encamên wê di demê pêş de bi awayeke berfireh were ragihandin.
16 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê