Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Îro danê sibê saet di navbera 10.15 û 11.00 de, balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk, li ser qadên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Basya, Qendîl, Gare û Xakurkê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane. Her weha li ser gelek herêmên me, balafirên keşfê difirin.
2. Li Amedê, balafirên keşfê li ser qadên Şehîd Kendal, Peşî Kevir, Darê Sisê firiyane. Danê sibê jî, li qadên Angol, Hanî û Zara liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker destpê kiriye.
20 Hezîran 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê