HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Hezîranê de di navbera saet 20.30-23.00'an de li ser riya Amed-Lîcê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Gerîlayên me ji gelê kombûyî re di derbarê pêvajoyê de civînek lidarxistine, pişt re jî leşkereke bi navê Alî Sabanci yê di fermandariya Cendermeya ya Narmana Erziromê de wezîfedare hatiye girtin.

2. Di 6'ê Hezîranê de di saet 21.30'an de li navçeya Diyadîna Agiriyê li li nêzî Gundê Çobana Qasik dozereke bi armanca çêkirina riyên leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

3. Di 5'ê Hezîranê de di saet 16.00'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li herêma Meydanzengilê ya di navbera çiyayê Kato û Milê Kejanê de ya dozereke di xebatê çêkirina riyên leşkerî de dixebite ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

4. Di 6'ê Hezîranê de di saetên seharê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêmên Meydanzengilê û Katoyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bêencam paş de vekişiyaye.

5. Di 7'ê Hezîranê de di danê seharê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Kato Jîrka û neqeba Karçanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

6. Di 6'ê Hezîranê de di saet 19.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê kemyoneke erzak ji bo leşkerên artêşa dagirker a tirk ê di navbera Tabûra Topan a Serê Sêvê û Alaya Bilîcanê de derketiye operasyonê dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

7. Di 6'ê Hezîranê de di saet 20'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêma Hînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

7 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê