HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Kato Marînos û Faraşînê ku girêdayî Colemêrgê ne amadekariyên operasyonekê tê kirin. Di vê çarçoveyê de sewqiyata cebilxane û leşkerî tê kirin.

2. Di 20’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember gundên Godenê, Hebîpka, Mevkê û Cîpsê ku girêdayî Pasûra Amêdê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Gundên ku navên wan hatine gotin, li derdora van gundan kemîn têne avêtin û operasyon hê jî didome.

3. Li Qadên Parastina Medya li qada Helwesîsa Zapê di encama qezayekê de gerîlayêkî me yî bi navê Necmî (Necmedîn Xidir) bi giranî birîndar bûbû û digel hemû hewldanên me hevalê me Necmî gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

Necmî Dogan

Necmedîn Xidir

1986/Pîranşar

2006/Qendîl

Zehra Xidir

4. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Şehîd Necmî bibîranî û di şexsê malbata Xidir de ji hemû gelê Pîranşar ên welatparêz re sersaxî xwest.

27 Îlon 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê