Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê cotmehê de ji Qereqola Oremarê ku girêdayî Artêşa TC’ê ye saet di navbera 15:00-20:00’an de obûs û hawan avêtine gundê Zerê ku girêdayî Geverê ye.
2. Di 3’yê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Xerzîka, Karkê, Mîlka, Balûka, Fîrpê û Popana ku girêdayî navçeya Pasûra Amedê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku bi piranî cahş beşdar bûye, di 4’ê cotmehê de danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 21’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Mergezerê ku girêdayî Geverê ye operasyonek hatibû li dar xistin. Digel pejinkariya gerîlayên me ku nekevine pevçûnê jî, ji neçarî di navbera hêzên gerîlayên me û di navbera leşkerên dijmin de şer qewimiye û di vî şerî de gerîlaya me ya bi navê Xurbet (Gurbet Îlhan) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
Xurbet Şirnex Gurbet Îlhan (Arzû) 1983 / Şirnex 1999 / Mexmûr Eyşe Ûzeyir (Afarof Mahmut) 21 Îlon 2009 / Colemêrg, Gever |
Rêheval Xurbet Şirnex:
Rêheval Xurbet di sala 1984’an de li Şirnexê hatiye dinê û di malbeteke welatparêz ku xwe fedayî Têkoşîna Azadiyê kirine mezin bûye. Piştî dîlketina serokatî, wekî keçeke kurd, biryar da ku pêwîst e bibe yek ji şervanên pêşeng ê vî gelê û beşdarî nav refên gerîla bû. Rêheval Xurbet li qada ku li dima bi kedkarî, mûtewazîbûn û kesayetiya xwe hûrmetkar reng dida jiyanê û di vî deh salên têkoşînê de wekî gerîlayeke jin layîkê serokatiya xwe, gelê xwe û rêhevalên xwe bû.
4. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rêheval Xurbet bibîranî û di şexsê rêheval Xurbet de, soz hate dayîn ku wê bibine peyrewên rêhevalên ku xwe gihandine qonaxa şehîdbûnê û wê têkoşîna azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê ku hesreta wan a mezin bû, soza pêkanîn û serkeftinê hate dayîn.
6 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê