Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 29’ê Avrêl'ê de li herêma Şehîd Baran, Dêrika Bikûrî, Hecî Çerkes, Başûte û derdorên wê yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê artêşa Tirk ya dagirker bi balefirên keşfê yên bê mirov, piştgiriya helîkopterên kobra û wesayîtên zirxî operasyon da destpêkirin. operasyon piştî li herêmê lêgerîn kirin di heman rojê de di navbera demjimêr 16.00 û 17.00’an de bê encam vegeriyaye.
2. Di roja 29’ê Avrêl'ê de hêzên qereqola Suryan ya girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li herêmên Rençbera Mezin, Heşber, Rehecî û Dera'yê bi balefirên bêmirov yên aydê artêşa dagirker ya Tirk û bi helîkopterên kobrayan di navbera demjimêrên 13.00 heya 18.00’an de faliyetên keşfê meşandine.
30 Avrêl 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê