HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 9’ê Nîsanê artêşa dagirker a Tirk li herêma Peşî Kevir ya girêdayî navçeya Lîceyê operasyon daye destpêkirin, her wiha hêza operasyonê ya di ser gundan de girt di heman rojê de paşde vegeriya.

2. Di roja 7’ê Nîsanê komek kontra yên cilên gêrîla li xwe kirin, li ser rêya Amed-Çewlikê wesayît rawestandine û lêgerîn pêkanîne. Komek din ya kontra jî çûne gundên Qilida û Hêlîn yên girêdayî navçeya Lîca Amedê zext li ser gelê me û malbatên me yên welatparêz kirine.”

3. Di roja 10’ê Nîsanê demjimêr 23.30’an û 11’ê Nîsanê demjimêr 01.00’an de herêma Şehîd Rehîme ya girêdayî Oremarê ya girêdayî navçeya Gever Colemêrgê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye topbaran kirin.

11 Avrêl 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê