HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re

1. Artêşa TC a dagirker roja 2'ê Îlonê li derdora gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê dest bi operasyonê kir. 3'ê Îlonê saet 4'an, hêzên dagirker bi helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin.

Hêzên me bi xurtî li gule li helîkopterên Kobra reşandin û helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin. Artêşa dagirker piştî bomberdûmanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe li herêmê danî û di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hevalê me Hakî ku di şer de bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kir, di dema bomberdûmanê de şehîd bû. Hevalê me Kendal jî ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:     

Nasnav: Hakî Şiyar

Nav paşnav: Denîz Yuksel

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Hamiyet-Reşît

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Amed

Haki – Deniz Yüksel

Nasnav: Kendal Pîr

Nav paşnav: Ferdî Tûltak

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Gulîzar-Suleyman

Dem û cihê şehadetê: 3'ê Îlona 2018'an / Amed

Kendal – Ferdi Tultak

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 8'ê Îlonê saet 10'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Ji çar baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 2 çeper û stargeheke dijmin hatin rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

 

9’ê Îlonê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê