Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên dîrokî yên hêzên me, derbên giran dixwe.
Artêşa Tirk a dagirker nikare bi pêş ve were û li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bomberdûmanê û sûcê şer dike. Dewleta Tirk a dagirker gelek çekên kîmyewî bi kar tîne, bi metodên şerê derexlaqî hewl dide ser têkçûna xwe bigire. Li hemberî hemû metodên qirêj ên artêşa Tirk çalakiyên hêzên me bênavber didome. Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.
Hurgiliyên çalakiyên ku hatin kirin wiha nin:
1. Li Herêma Avaşînê;
– Di 22’ê Gulanê saet di 14.25’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Werxelê ya Qada Berxwedanê ya Werxelê dane. Saet di 14.30’an de bi çekên ferdî dîsa li dagirkeran hatine xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hatiye cezakirin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûne.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 22’ê Gulanê de saet di 14.30 û 15.25’an de artêşa Tirk a dagirker bi çek û teqemeniyên kîmyewî 14 caran çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn daye. Êvarî dema ku dagirkeran xwestin dîsa çeperên şer bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dane. Ji ber mudaxeleya hêzên me dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.
– Di 22’ê Gulanê saet di 14.30’na de hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dane. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Di heman rojê de saet di 16.00’an de dagirkeran dema hewl dan ber bi çeperên şer ve werin, hêzên me li wan dane. Piştî şerê li vir ê kûr dagirker neçar mane, qedemeyekê vekişin.
– Di 22’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ciyê 9 caran bomberdûman kirine û piştre xwestine bi pêş ve biçin. Di mudaxeleya hêzên me de, dagirkerek hatiye cezakirin û dagirker neçar mane vekişin.
– Di 22’ê Gulanê de danê sibê artêşa Tirk a dagirker, piştî ku 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî mudaxeleya hêzên me ya bi taktîkên sabotajê, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.
– 22’ê Gulanê danê nîvro, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û dagirkerek hate cezakirin.
– Di 22’ê Gulanê saet 13:00’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin. Heman rojê helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin herêmê bombebaran bikin rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
3. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:
– Di 22’ê Gulanê de herêmên Girê Amediye, Girê FM, Şehîd Şahîn, Saca, Girê Karker, Kurojahro, Şehîd Dîdar, Şehîd Harûn, Çemço, Rênçbir Axa û Sîda yên Zapê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan, helîkopterên êrîşê û 19 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
– Di 22’ê Gulanê de herêmên Girê Hakkarî û Girê Ortê yên herêma Metîna bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û 3 caran bi balafirên şer hat bombebarankirin.
– Di 22’ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.
23 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê