Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Avaşînê;
– Di 20’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de li Qada Kîlîse ya Avaşînê dema dagirker hatine ba hev, li wan hate xistin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de kamerayeke mobesse û dûrbîneke teleskop jî hate îmhakirin.
– Di 20’ê Hezîranê de saet di 16.30’an de li berpalên Çarçella ya Avaşînê bi çekên giran li 3 kepçe û wesayîteke hate xistin. Kepçe û wesayîtê dixwest ji bo dagirkeriyê rêya leşkerî çêbike. Derbeke xurt li kepçeyekê hate xistin û xebata çêkirina rêyan hate sekinandin.
2. Li Avaşîn û Metînayê helîkopter geriyane û ev qad hatine bomberdûmankirin.
Agahiyên di derbarê tevgera dijmin û bomberdûmanê de wiha ne:
– Di 19 û 20’ê Hezîranê de tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaînê bi teqemenî û helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.
– Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 21.30 û 00.00’an de li ser xeta Qaşûra ya Metînayê helîkopter geriyane.
– Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de dagirkeran hêzên xwe yên li qadên Mervanos û Banista ya Avaşînê bi helîkopteran guherandine.
– Di 21’ê Hezîranê de saet di 03.00 û 03.30’an de balefirên şer 4 caran qada Girê Sor a Avaşînê bomberdûman kirine.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
21’ê Pûşpera 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê