Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. 22'ê Cotmehê serê sibehê li qada Girê Qertel a herêma Avaşînê artêşa Tirk a ku operasyon dayî destpêkirin ketiye ber hedefa hêzên me.
Li vê qadê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerê giran didome. Agahiyên berfireh piştre wê werin parvekirin.
2. Ji 19'ê Cotmehê saet 18:00'an heta 21'ê Cotmehê qadên Stûnê û Qertel ên herêma Avaşînê bi obûsan hatiye bombekirin. 20'ê Cotmehê saet 18:00'an artêşa Tirk a dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombe kiriye.
– 20'ê Cotmehê saet 20:10'an Girê Berbizinan a Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 21'ê Cotmehê saet di navbera 18:20-21:00'an de qadên Werxelê, Girê Qertel û Girê Lanet ê herêma Avaşînê bi balafirên şer, obus û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.
– 21'ê Cotmehê saet 22:50'î qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
– 20 û 21'ê Cotmehê êvarkî Girê Şehîd Fedakar a bi ser qada Sîda ya herêma Zapê ve û qadên Çemço bi obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin. Heman saetê tevgera helîkoptêran jî çêbûye.
– 22'ê Cotmehê saet 09:30'an qada Girê Lanet a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
22’yê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê