HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li Herêma Avaşînê;

Artêşa TC'ê ya dagirker 23'yê Cotmehê li herêma Avaşînê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

25'ê Cotmehê derengiya şevê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombe kiriye.

27'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombe kiriye. 28'ê Cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dane. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin.

27'ê Cotmehê saet 16:08'an Qada Berxwedanê ya Girê Qertel bombe kirine.

29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Li dijî vê operasyona dagirker ku artêşa TC'ê dayî destpêkirin hêzên me bi giyanekî qeyîm ê Apoyî li ber xwe didin. Di navbeyna dagirker û hêzên me de di zik hev de şer didome.

29’ê Cotmaha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê