Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Çile de (îroj) di navbera saet 05.00-07.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girên Xeregol û Marya, Gundên Sernê û Bêmbo yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
2. Di 4’ê Çile de di derdora saet 06.00’an de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li dijî Girên Şehîd Mervan û Konferansê, Navserên Şehîd Delîl û Seravê ku bi ser Bagokê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartÎ tê meşandin berdewam dike.
6 Çile 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê